Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin 2024-01-10 15:00:12   MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan da zanîn ku ji bajarên cuda gelek hilbijêr li navçeya Akdenîzê hatine veguhestin û tespîtkirine ku li 55 malan hezar û 616 hilbijêr hatine qeydkirin.    Hat tespîtkirin ku ji navçeyên cuda yên Mêrsînê qeydên gelek hilbijêran li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hatine veguhestin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan têkildarî veguhestina hilbijêran axivî û got ku piştî lîsteya hilbjêran hatiye parvekirin, li 55 malên li navçeya Akdenîz hezar û 616 “hilbijêrên bişaîbe” tespît kirine.    3 HEZAR Û 200 HILBIJÊR LÊ ZÊDE BÛN   Bozan, diyar kir ku piştî hilbijartinên giştî yên 2023’yan heta niha li Akdenîzê liv û tevgerekî zêde ya hilbijêran heye û got ku îktîdara ku li navçeyên Toroz, Mezîtlî û Yenîşehîrê zeîf, hilbijêrên van navçeyan vediguhêze navçeya Akdenîzê. Bozan, da zanîn ku hejmara hilbijêrên Akdenîzê 176 hezar û 855 bû û di nava 4 mehan de 3 hezar û 200 hilbijêr zêde bûne.     TENÊ LI DAÎREYEKÊ 119 HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN!   Di berdewamê de Bozan anî ziman ku di encama lêkolîna wan de derketiye holê ku li hinek navnîşanên wan tespît kirin di navbera 30-40 hilbijêrên hatine qeydkirin hene û wiha pê de çû: “Hevalên me derî bi derî li van cihên bişaîbe digerin. Weke mînak; li daîreyeke TAxa Uç Ocakê di daîreyekê de 47, li TAxa Çîlekê jî di daîreyekê de 119 hilbijêr hatine qeydkirin. Her wiha li taxa Hamîdiye ya navendê de li daîreya welatiya 72 salî 39 hilbijêrên nû hatine veguhestin. Bêguman dema me ev xebat meşandin, em hîn bûn ku haya van kesên li van daîreyan dijîn ji meseleyê nîne. Heman tişt li navçeyên din ên bajar jî hatiye kirin.”    'KIRARÎ LI MIDÛRIYETA NIFÛSÊ HATINE KIRIN’    Bozan, got ku wan tespît kirine ku karê veguhestina hilbijêran li Midûriyeta Nifûsê ya Bajar hatiye kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bang li kesên di 17’ê çileyê de ev kar kirin dikin ku ji vê xeletiya xwe vegerin. Bêguman em ê têkildarî van cihên me tespît kirine de jî îtîraza xwe bikin. Ev xebat ji hêla kesên diyar ve tên organîzekirin û yek bi yek em navên tevekan jî dizanin. Banga min ji bo van kesên vî sûcê veguhestina hilbijêran dikin ew e ku tavilê dev ji vî sûcî berdin. Dema em derî bi derî digerin, hinek kesan ji me re gotin bê ka kê ev karê qeyda hilbijêran kirine. Heke ji vê xeletiya xwe venegerin, em ê wan teşhîr bikin. Her wiha em ê derheqê kesên tên vê derê û dengê xwe didin de gilî bikin. Banga me ji bo hemû hilbijêran ew e ku hilbijêrên li daîreya xwe kontrol bikin û dema dîtin ên zêde hene, bila li lijneyên hilbijartinê îtîrazê bikin.”    MA / Ergîn Çaglar