Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd 2024-01-10 15:29:29   STENBOL - 6 rojnamegerên jin ên ku ji ber protestokirina operasyonên li dijî rojnamegeran tên darizandin, tundiya ku polîsan li wan kiribû vegotin û wiha gotn: “Em ê heta dawiyê hempîşeyên xwe yên kurd biparêzin.”    Rojnameger Serpîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kuray û Esra Soybîr ku di 29’ê nîsana 2023’yan de ji bo protestokirina operasyona li dijî xebatkarên çapemeniya azad a li Amedê daxuyanî dan, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Derheqê her 6 rojnamegeran de jî doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Anadoluyê hat lidarxistin. Rojnameger bi îdiaya “bi awayekî bêçek û bêqanûn tev li civîn û xwepêşandanê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” hatin tawanbarkirin. Ji bilî rojnameger Esra Soybîr, hemû rojnameger tev li dozê bûn. Her wiha gelek rêxistinên çapemenî û hiqûqê jî tev li danişînê bûn.    GAYIP: TUNDÎ LI ME HATE KIRIN    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip parastina xwekir. Gayip, got ku rojek beriya çalakiyê bi amirê polîsan re hevdîtin kiriye û ji wan re hatiye gotin ku tu biryarên qedexeyê nînin. Gayip, diyar kir ku li cihê çalakiyê hîn bûne ku biryara qedexeyê heye û bi hinceta “rêgirtinê” hatine astengkirin. Gayip, destnîşan kir ku polîsan çêr û tundî li wan kirine û wiha domand: “Sedema qedexeyê, piştevaniya me ya bi rojnamegerên kurd re bû. Ji ber ku medyaya navendî ew hevalên me yên rojnameger weke ‘terorîst’ ragihand.”    KURAY: PIŞTEVANÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN    Rojnameger Zeynep Kuray jî got ku polîsan bi zanebûn ew asteng kirin û binçav kirin. Kuray, diyar kir ku piştevaniya bi hempîşeyên xwe re sûc nîne û ev tişt anî ziman: “Ez ji bo xwedîderketina li hempîşeyên xwe li wir bûm. Ez van qedexeyan qebûl nakim. Piştevaniya bi çapemeniya kurd re tê krîmînalîzekirin. Rojnameger hatin derbkirin. Ez serbilindim ku piştevaniyê bi hevalên xwe re dikim. Ez ê dev ji vê piştevaniyê bernedim. Li vir heke sûcek hebe, ew sûc jî hêzên ewlekariyê kiriye.”   Rojnamegerên din jî di parastinên xwe de anîn ziman ku tundî û îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin û gotin ku çapemeniya kurd hedef tê girtin. Rojnamegeran destnîşan kirin ku dê heta dawiyê xwedî li rojnamegerên kurd derkevin. Rojnamegeran, daxwaza beraeta xwe kirin.     Parêzeran jî xwestin ku miwekîlên wan bên beraetkirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Parêzeran xwestin ku dîmenên binçavkirinê û biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Kadikoyê li dosyayê bê zêdekirin. Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran qebûl kir û danişîna dozê taloqî 16’ê nîsanê kir.