Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin 2024-01-10 16:57:03 ÎZMÎR - Di doza Kemal Korukmaz ku 3 penaberên sûriyeyî şewitandibûn û qetil kiribû de dozger xwest 3 caran cezayê muebbeta giran li Korukmaz bê birîn.  Kujerê bi navê Kemal Korukmaz di 16’ê mijdara 2021’ê de li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê karkerên înşaetê yên sûriyeyî Mamoun al-Nabhan, Ahmed Al-Ali û Muhammed el-Bishî şewitandibû bû qetil kiribû. Bi sûcên “Bi hestên cinawirî û bi plankirî qetil kiriye” û “ziyan daye mal” doz li Korukmaz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Di danişînê de malbatên karkerên sûriyeyî û parêzerên wan û parêzerê bersûc Kemal Korukmaz amade bûn. Li gel rêxistinên civaka sivîl, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên bajar jî doz şopandin.    CEZAYÊ MUEBBETA GIRAN    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger got ku hatiye tespîtkirin ku bersûc gotinên nîjadperest li karkeran kirine û gefa kuştinê li wan xwariye. Dozger, da zanîn ku dema hemû delîlan didin berhev, xuya dibe ku bersûc bi zanebûn mala karkeran şewitandiye û biqesdî bûye sedema mirina wan. Dozger xwest ku cuda cuda ji ber qetilkirina her maktûlekî li kujer Korukmaz “cezayê muebbeta giran” were birîn. Her wiha xwest ku ji ber şewitandina mala karkeran, bi sûcê “zirardayîna mal” were cezakirin.    Her wiha dozger xwest ku dema bniçavkirinê ya bersûc ji sûcê wî yê girtîmayînê bê daxistin û xwest ku rewşa wî ya girtî bidome.    BAL KIŞAND SER RAPORA AGIRKUJIYÊ    Piştre jî parêzerên gilîkeran parastina xwe kirin û ji bo îfadeyên xwe bi awayekî nivîskî pêşkeş bikin dem xwestin. Parêzeran got ku sûcê nefretê hatiye kirin.    Parêzerê Korukmaz jî got ku tev li mutalaayê nabe û dê parastina xwe bi nivîskî bike. Bersûc Korukmaz jî sûcdariyên heyî qebûl nekir.    Şandeya dadgehê ji bo parastinan dem da û doz taloqî 20’ê adarê kir.