Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin 2024-01-10 22:09:29   BOLÛ–  Lokman Laçîn û Kamûran Reşît Bekir ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.    Lokman Laçîn û Kamûran Reşît Bekir ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 30 salên li girtîgehê îro ji Girtîgeha Bolû Ya TÎpa F'yêd erketin. Malbatên girtiyan û Hevserokê MATÛHAYDER'ê Mehmet şafî Erol û rêveberên komeleyê her du girtiyan li ber girtîgehê pêşwazî kirin.    Kamûran Reşît Bekir piştî ji girtîgehê derket ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysalê û paşê ji bo wî bişînin Navenda Paşveşandinê birin Midûriyeta Polîsan a Bolûyê.    Lokman Laçîn ku di 254'Ê Îlona 1993'yan de hat binçavkirin, piştî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê hat birîn, hat girtin.