ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-11 09:00:13   * Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan ku têkildarî her du berhemên PENa Kurd ên hatin çapkirin kir, diyar kir ku wan xwestiye ku bi van berheman wêneyeke kurdistanî çêbikin.   * Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ji bo serdema nû ya perwerdehiyê dest bi qursên nû dike. Rêveberê komeleyê Muhyettîn Dûymak bang li her kesî kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.    * Mehmet Yarka yê ku bi dengên leşker û polîsên wekî hilbijêr li ser bajêr hatin qeydkirin bû şaredar, beriya hilbijartina 31'ê Adarê bi 21 milyon TL hîbeya ji wezaretê wergirt. Yarka bi vî pereyî wesayît stendin û wan bi rojan li ber şaredariyê dan sekinandin.    * Gûrbet Çakar ku di çaçroveya dosyeya KCD'ê de dihat darizandin, der barê wê de biryara beraetê hatibû dayîn. Di sedema biryarê de hat diyarkirin ku lîsteyên delegeyan ên KCD'ê ji bo "endamtiya rêxistinê" nabin delîl.   * Dayika yek ji girtiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye Baran Eman, Zahîde Eman wiha got: “Ez heta dawiyê piştgiriya daxwazên kurê xwe yên mirovî dikim. Kes nikare vîna kurê min bişikîne.”    * Derket holê ku li Pasûrê beriya hilbijartinên xwecihî ji derve 2 hezar û 970 hilbijêr hatine tomarkirin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Danişîna doza tazmînatê ya ji aliyê Wezareta Parastinê de derbarê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê bê lidarxistin. (10.15)   * Danişîna doza derbarê çawişê pispor A.K.P. de ku bi wesayîtê li Geverê Erdem Aşkan ê 5 salî da û bû sedema mirina wî hatiye vekirin dê li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Geverê were lidarxistin. (11.00)    * Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li 7 bajaran hatiye destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-17.00)    * DEM Partî dê têkildarî starta hilbijartinê li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)     * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê li Navenda Giştî ya CHP’ê serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bikin. (13.30)