Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye 2024-01-11 09:00:20   AMED - Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan her du berhemên PENa Kurd ên hatin çapkirin nirxand û diyar kir ku wan xwestiye bi van berheman wêneyeke kurdistanî çêbikin.   Navenda PENa Kurd, bi xebat û mîsyona xwe di nava kurdan de xwedî cihekî girîng e. Li gorî rêziknameya xwe PENa Kurd ji bo netewebûna gelê kurd jî xwedî cihekî gelek girîng e. PENa Kurd, niha jî bi du pirtûkên ku çap kirin xwe digihîne nivîskar û şopînerên xwe. Ji pirtûkan “Dije Dej”, bi 6 zaraveyên kurdî hatiye nivîsîn. Her wiha di vê dawiyê de pirtûka bi navê “Rabûna Berî Li Gulberojan” ku ji 16 çîrok û 139 helbestan pêk tê, çap kiriye. Ev pirtûk, ji çîrok û helbestên nivîskarên di zindanan de pêk tê û ji hêla komîteya weşanê ya PENa Kurd ve hatiye çapkirin.    Navenda PENa Kurd, herî dawî di 2022’yan de kongreya xwe li dar xist û ji bo hevserokatiyê Omer Fîdan û Anîsa Cahferî Mehr hatin hilbijartin.   ‘NIMÛNEYEKE YEKITIYA KURDAN E’   Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan têkildarî mijarê ji ajansa me (MA) re axivî. Fîdan da zanîn ku Navenda PENa Kurd, di sala 1980’yê de xebatên pêşiyê daye destpêkirin ku weke şaxeke PENa Navneteweyî dest bi xebatên xwe bike. Fîdan, diyar kir ku di sala 1988’an de, ji bo Navenda PENa Kurd jî bibe navendek PENa Navneteweyî xebatên wan hatin pejirandin. Fîdan, bi domdarî wiha got: “Gelek kurdan mixabin ji ber ku li welêt derfet nebûn, li Almanyayê ev hewldan çêkirine. Ji sala 2013’an û vir ve piştî kongreya 8’emîn navenda me li Amedê ye. Di kongreya 10’emîn de rêbaza wê hatiye guherîn û di tuzukê de hatiye destnîşankirin ku navend û biryargeha PENa Kurd Amed e. PENa Kurd saziyeke neteweyî ye. Nimûneyeke yekitiya kurdan e ku ji çar aliyên Kurdistanê û ji hemû zaravayan, bîr û baweriyan kurd di bin banê vê saziyê de cih digirin. Ji ber vê yekê em gelekî dixwazin ku ev nimûne li hemû qadên jiyana kurdan belav bibe.   PENa Kurd weke PENa Navneteweyî xebatên xwe di bin çar komîteyên sereke de didomîne. Ev komîte, Komîteya Nivîskarên Di Zindanan de, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê, Komîteya Nivîskarên Ji Bo Aştiyê û Komîteya Nivîskarên Jin in.”   ‘BILA NIVÎSKARÊN KURD BI BERHEMÊN XWE BÊN NASKIRIN’   Fîdan, anî ziman ku wan li gorî pêşniyazên di kongreyên wan de hatine kirin komîteya weşanê amade kirine. Fîdan, diyar kir ku di serî de wan xwestiye ku ew wêneyekî kurdistanî çêbikin, yanî ji çar aliyên Kurdistanê ji hemû zaraveyên kurdî berheman berhev bikin û çap bikin. Fîdan, destnîşan kir ku daxwaza wan van berheman wergerînin zimanên din jî, da ku cîhan kurdan û nivîskarên kurdan ne tenê weke nav an jî gel, wan bi berhemên wan nas bikin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê me di serî de pirtûka ‘Dije Dej’ çap kir ku di tê de bi 6 zaraveyan û bi her du alfabeyên kurd niha herî zêde bi kar tînin, çîrok çap kirin. Di vê berhemê de 54 nivîskar hene û bi kurmancî, kurmanckî, soranî, lekî, kelhûrî û hewramî hatiye amade kirin. Me ev berhem di 2022’yan de li dijî kevnperestiyê û bi çîroka nûjen da weşandin. Ev xebat, xebateke nimûneye û gelekî girîng e ji bo me.”   ‘ME TENÊ KARÎ XWE BIGIHÎNIN 39 NIVÎSKARAN’   Fîdan, bal kişand ser komîteya nivîskarên di zindanan de û diyar kir ku komîteya wan ya nivîskarên di zîndanan de, komîteyeke gelekî çalak e. Fîdan, anî ziman ku gelek nivîskarên kurd di bin xetereyê de ne, tehdeyê dibînin û di zindanan de ne, lewma karê vê komîteyê gelekî giran e û ev tişt got: “Heta ku ji destê me tê em hewl didin bi vê komîteyê dengên nivîskarên di zindanan de ragihînin der ve. Piştî ku Dije Dij hat çapkirin û bertekên gelek erênî hatin, li gorî derfetên xwe me demildest xwest bijarteyeke berhemên nivîskarên di zindanan de jî derxin. Bi berpirsiyariya Roza Metîna ku berpirsa Komîteya Nivîskarên Jin e û her wiha di Komîteya Nivîskarên Di Zindanan de jî cih digire û berpirsiyarê Komîteya Weşanê Jiyar Cehanferd hat amadekirin. Bi dehan, bi sedan nivîskarên kurd hene di zindanan de. Me xwest ku em di serî de nivîskarên di bin xetereyê de ne, tehdeyê dibînin, di zindanan de yên hemû Kurdistanê berheman kom bikin, lê me dît ku karekî gelekî duvdirêj û zehmet e. Lewma me hewl da xwe bigihînin nivîskarên ku li Bakur di zindanan de ne. Di encama kedeke gelek mezin û giran de hevalên me tenê karîn xwe bigihînin 39 nivîskaran.”   ‘ARMANCA ME EW E KU XWEDÎDERKETINA WÊJEYA LI ZINDANAN ZÊDETIR BIBE’   Fîdan da zanîn ku dema ew behsa çîrokekê dikin, carna çîroka çîrokê, ji wê çîrokê bixwe gelekî girantir, zehmettir e û gelekî zêdetir tiştan vedibêje. Fîdan bi lêv kir ku gava mirov çîroka berhevkirina van çîrokan jî binivîse, her yek bi tena serê xwe çîrokeke û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev berhem ji 16 çîrok 139 helbestan pêk tê ku ji aliyê 39 nivîskaran ve hatine nivîsîn. Mixabin em nikarin xwe bigihînin tevahî nivîskarên di zindanan de û berhemên wan çap bikin. Lê ya ku em dixwazin bikin ewe ku bila ev yek bibe destpêkek, baldariyek. Armanc ew e ku xwedî derketina wêjeya li zindanan tê afirandin mezin bibe. Bila ev berhem ji bo sazî û dezgehên li ser ziman dixebitin, ên malbatên girtiyan, ên hiqûqnasan, ên li ser wêjeyê dixebitin bibe mînakek, destpêkek û ji bo ku dengê nivîskarên di zindanan de bigihînin tevahî cîhanê xebatan bikin. Her wiha di vê berhema me de kurtejiyana nivîskaran jî heye.”   ‘DIVÊ GELEKÎ ZÊDETIR XEBAT BÊN KIRIN’   Fîdan, destnîşan kir ku Komîteya Nivîskarên Di Zindanan de, komîteyek sereke ya hemû PEN’ên di cîhanê de ye. Fîdan, diyar kir ku mixabin ji ber ku nivîskarên kurd, li rojhilatê Kurdistanê, li bakurê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê di bin tehdeyê de ne, îşkenceyê dibînin û di girtîgehan de ne, divê kurd zêdetir ji bo wan bixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman gelek sazî û dezgehên xwecîhî hene ku ji bo nivîskarên di zindanan de, ji bo zîndaniyên siyasî xebatan dikin. Weke mînak saziyên malabatên girtiyan ku gelek tede li ser wan bixwe jî heye. Em hewl didin bi wan re bixebitin. Me gelek xebat bi Komeleya Wêjekarên Kurd re kirin. Em hewl didin ku hemû nivîskarên kurd tev li vê xebatê bikin. Ji ber ku em jî dawiya dawî saziyek in, em nikarin hemû karan tena serê xwe bikin. Lewma em jî dizxwazin baldariyekê çêbikin ku sazî û dezgeh ji bo wan bixebitin. Ez hêvî dikim ku rojek bê û pêdivî bi vê komîteyê nemîne. Mixabin ev xebatên ku niha em ji bo nivîskarên girtî dikin gelekî kêm in. Erê em hewl didin, lê divê gelekî zêdetir tişt bên kirin.”   ‘WÊJE NAYÊ ZINDANÎKIRIN’   Fîdan da zanîn ku gelek kurd bi taybetî li bakurê Kurdistanê di zîndanan de şiyar bûne û zîndan bûne pêşengiya azadiyê. Fîdan, diyar kir ku dîroka nêzîk a Kurdistana bakur de girîngiya zindanan nayê başguhkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Gelek kes di zindanan de hînî xwendin û nivîsînê bûne û di zindanan de bi dehan berhem afirandine. Zindan, di jiyana kurdên Bakur de cihekî gelek girîng digire û di gelek waran de ji derve pêtir berxwedanek çêkiriye û pêşengtiya gelek karan kiriye. Niha jî di zindanan de gelek berhem tên afirandin. Xebata weşandina van berheman gelek hatine kirin. Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî, Weşanxaneya Aramê, Rojnameya Azadiya Welat ev kar kirine û niha jî hemû weşanxaneyên kurdan berhemên nivîskarên di zindanan de çap dikin. Zindan kana wêjeyê, kana afirandinê ne jî ji bo kurdan. Li gor min wêjeya zindanê têgeheke şaş e. Carna zindaniyek ji kesek li der ve pêtir, xweştir dikare berhemeke ku mekan li der ve ye, karakter li der ve ye, hişmendî li der ve ye binivîse. An jî kesek li der ve dikare çîroka girtiyekê/î binivîse. Wêje nayê zindanî kirin, lewma ez hez nakim têgeha wêjeya zindanê bi kar bînim. Lê mirov dikare bibêje ku ji bo geşbûna wêjeya kurdî, di zindanan de gelek berhem hatine afirandin.”   Fîdan di dawiyê de banga xwedî derketinê kir û wiha got: “Ez hêvîdarim ev du nimûne, du xebatên pêşeng bipêş bikevin û mînakên bi vî rengî zêdetir bibin. Xwedî derketina li nivîskarên di zindanan de jî zêdetir bibe.”   MA / Şîlan Çîl - Bazîd Evren