Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê! 2024-01-11 09:01:00   ŞIRNEX - Mehmet Yarka yê ku bi dengên leşker û polîsên wekî hilbijêr li ser bajêr hatin qeydkirin bû şaredar, beriya hilbijartina 31'ê adarê bi 21 milyon TL hîbeya ji wezaretê wergirt. Yarka bi vî pereyî wesayît stendin û ew bi rojan li ber şaredariyê dan sekinandin.    Mehmet Yarka yê AKP'î ku di hilbijartina 31'ê adara 2019'an de bi dengên bi hezaran leşker û polîsên wekî hilbijêr li ser bajêr hatin qeydkirin bû şaredar, sozên ku beriya hilbijartinê dabûn bi cih neanîn. Yarka û rêveberiya wî, vê carê jî beriya hilbijartina 31'ê adara 2024'an ji bo propagandayê hin gavan diavêjin. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Serokatiya Stratejî û Budçeyê ya Serokkomartiyê 21 milyon TL dan şaredariyê. Yarka û rêveberiya wî, bi vî pereyî qamyonet, wesayîtên cenazeyan, traktor, mînîbus û qamyon stendin. Rêveberiya AKP'î, van wesayîtan ala bi wan daliqandî bi rojan li ber şaredariyê da sekinandin û wekî "xizmetê" da der.    Her wiha hat hînkirin ku pereyê hatiye şandin tenê ji bo stendina wesayîtan hatiye dayîn û ji bo vê jî meqbûz hatine xwestin.