Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl 2024-01-11 09:01:12 AMED - Gurbet Çakar ku di çarçoveya dosyeya KCD'ê de dihat darizandin, der barê wê de biryara beraetê hatibû dayîn. Di sedema biryarê de hat diyarkirin ku cihgirtina di lîsteyên delegeyan ên KCD'ê de ji bo "endamtiya rêxistinê" nabin delîl.  Gurbet Çakar ku di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya "endaatiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, di 4'ê kanûna 2023'yan de beraet kiribû. Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir. Dadgehê di sedema biryarê de diyar kir ku lîsteyên delegeyan ên KCD'ê ji bo "endamtiya rêxistinê" nabin delîl.    DOSYE HAT XERAKIRIN   Ji ber ku navê Çakarê di 3 lîsteyên delegeyan ên KCD'ê yên sala 2017'an de hebû û ji ber ku endama Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin bû, bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Di danişîna 2'yê hezîrana 2021'ê ya li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de bi hinceta "kêmbûna delîlan" biryara beraetê hatibû dayîn.   Piştî vê biryarê dozger îtiraz kiribû û serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê dabû. Dadgeha Îstinafê, piştî îtirazê biryara beraetê ya dadgeha herêmî xera kir. Dadgehê wekî hicnet jî diyar kir ku der barê Çakarê de hin dosyeyên din hene.    CAREKE DIN BIRYARA BERAETÊ   Piştî vê dosyeyên li Amedê û Mêrdînê yên der barê Çakarê de hatin yekkirin. Danişîna biryardayînê jî di 4'ê kanûna 2023'yan de hat lidarxistin. Dadgehê biryara beraetê da. Dadgehê diyar kir ku lîsteyên delegeyan ên KCD'ê ji bo "endamtiya rêxistinê" nabin delîl.