AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê 2024-01-11 09:01:38 AMED - Derket holê ku beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhestiye Pasûrê.  Ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an re hindik ma. Lê belê ji niha ve gelek nelirêtî tên kirin. Ji van nelirêtiyan yek jê jî li navçeya Pasûr a Amedê hat kirin. Li Pasûrê ku di hilbijartina xwecihî ya 31'ê adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 8 hezar û 866 deng girtibûn û şaredarî bi dest xistibû, derket holê ku ji bo hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an ji derve 2 hezar û 970 hilbijêr hatine veguhestin.   Liv û tevgeriya herî zêde ya hilbijêran li Taxa Turgut Ozalê çêbûye. Di hilbijartinên 14'ê gulana 2023'yan de hejmara hilbijêrên taxê 4 hezar û 481 kes bûn lê di 1'ê çileya 2024'an de ev hejmar bûye 5 hezar û 561 kes. Hat tespîtkirin ku li ser Taxa Zeyrekê 392 û li ser taxa Hamzaliyê jî 268 kes hatine qeydkirin. Li ser taxa Ûzûnovayê jî 387 kes hatine qeydkirin.    DEM PARTÎ DÊ ÎTIRAZ BIKE   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê têkildarî mijarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bide. Hevserokê DEM Partiyê yê Pasûrê Abdûlhakîm Okut anî ziman ku ev zêdebûna hilbijêran ne tiştekî asayî ye.    Okut, got: "Ji ber ku dizanin dê qeyûm biçin, bi taybetî vê yekê li Gêl, Pasûr û Hezroyê dikin. Li cihên ku dizanin dê bi ser nekevin wiha dikin. Ji bo Pasûrê bi taybetî tevdigerin."    Okut, destnîşan kir ku desthilat serî li her cure dek û dolaban dide û xwest şêniyên taxan lîsteyan kontrol bikin. Okut, di dawiyê de got: "Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Ev tenê ne hilbijartineke herêmî ye, her wiha li qada Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo esasgirtina vîna me ya siyasî jî gelekî girîng e."