Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne 2024-01-11 09:31:31   RIHA - Dayika yek ji girtiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye Baran Eman, Zahîde Eman wiha got: “Ez heta dawiyê piştgiriya daxwazên kurê xwe yên mirovî dikim. Kes nikare vîna kurê min bişikîne.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin pêk were hatiye destpêkirin di roja 46’emîn de ye. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Baran Eman (24) e ku di serdema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin û girtin û 35 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    Bavê Eman, Mehmet Eman (58) û dayika wî Zahîde Eman (47) ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijîn anîn ziman ku xwedî li daxwazên zarokê xwe derdikevin.    Bav Eman, bi bîr xist ku lawê wî Baran Eman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin di sala 2018’an de 135 rojan, di sala 2020’an de jî 127 rojan bi heman daxwazan ketibû çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Em bi lawê xwe re hefteya derbasbûyî axivîn. Em çalakiyeke greva birçîbûnê ya nû re rû bir û ne. Lawê min beriya niha du caran kete çalakiya greva birçîbûnê. Em li bendê ne ku ev greva birçîbûnê ya vê carê encam bigire. Divê di serî de tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were. Divê zextên li girtîgehê hene û berdewam dikin demildest bên bidawîkirin. Em dixwazin ev şerê li Tirkiyeyê veguheriye şerekî kor biqede. Bendewariyeke me ya welatîk demokratîktir heye. Em heta dawiyê li pişt daxwazên zarokên xwe disekinin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”   Baran Eman   ‘HEM JI BO MALBATAN HEM JI BO GIRTIYAN ŞERT GIRAN IN’    Eman, diyar kir ku girtiyên li girtîgehê tên ragirtin rastî pêkanînên keyfî û şertên gelek giran tên û wiha berdewam kir: “Şertên li girtîgehan tu caran rast nebûn. Birêz Ocalan semboleke, demekî dirêj e nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hem ji bo wî hem ji bo malbata wî rewşeke giran e. Dema mirov li rewşa birêz Ocalan dinêre dibînin ku girtî di şertên çiqas giran de dimînin. Hem ji bo malbatan hem jî ji bo girtiyan şert giran in. Şertên heyî û şertên giran her roja ku diçe girantir dibin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Eman ê li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya keyfî ku tê meşandin û pêkanînên keyfî banga hestiyariyê kir, ev tişt gotin: “Divê rayagiştî bi hestiyar bibe. Her kî be bila bibe li Tirkiyeyê kurd, tirk, elewî, sunî, peywîrdarên cemaweriyê di nav de divê herkes bi hestiyar be. Banga me li herkesê ye; ji bo zextên li girtîgehan hene demildest bi dawî bibin, ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe herkes destê xwe deyne bin kevir. Bila êdî êş bi dawî bibin.”   ‘ZEXTA LI GIRTIYAN JI BO ME PEYAMEKE’   Eman, diyar kir ku zextên giran ên li dijî girtiyan ji bo wan peyameke û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gefa li zarokên me tê kirin, weke gefa li me hatiye kirine. Bêyî ku li van girtîgehan tiştên xerabtir bên jiyîn divê çareseriyek were dîtin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Divê demildest bên berdan. Pirsgirêka kurd gihişt asteke cidî. Divê ev demildest bi rêyên demokratîk bên çareserkirin.”   ‘KES NIKARE VÎNA LAWÊ MIN BIŞIKÎNE’     Dayik Zahîde Eman jî bal kişand ku piştî girtî ketin çalakiya gireva birçîbûnê bi qedexeyên keyfî û cezayên dîsiplînê hewl tê dayîn girtî bên tirsandin û wiha got: “Dema herî dawî ez bi lawê xwe re axivîm, diyar kir ku ketine çalakiya greva birçîbûnê. Lawê min her cara digere xwest em qeyda deng bigirin. Got ‘dibe ku di pêşerojê de lazim bibe’. Ez heta dawiyê li pişt lawê xwe me. Kes nikare vîna lawê min bişikîne. Tu pêkanîn nikarin vîna me bişikînin. Em ê heta dawiyê piştgiriya daxwazên wan ên mirovî bikin.”   MA / Emrûllah Acar