Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin 2024-01-11 10:14:29   AMED - Guhêraniya plana îmarê ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê parselên “qadên parqê” weke “qada bazirganiyê” nîşan dabû li ser îtîraza Baroya Amedê hate betalkirin.    Komîsyona Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê ji bo betalkirina guhêraniya plana îmarê ya ji bo parselên hejmar 141 û 142 yên li Taxa Mezopotamyaya Nû ya navçeya Peyas a Amedê ya Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, li 4’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê îtîraz kiribû.  Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku wezaretê “qadên parqê” weke “qadên saziyên fermî” nîşan daye û guhêraniya hatiye kirin li dijî hiqûqê ye. Her wiha hat diyarkirin ku qadên behsa xeberê veguherandine “qadên bazirganiyê” û xelkê bajar ji vê guherînê çi sûdê nagire. Bi domdarî hat destnîşankirin ku guhertina hatiye kirin dê li qada bajarvaniyê rê li ber bêpergaliyê veke, qadên parqan biçûk bike û wezaret li gorî rêgezên hawirdor û bajarvaniyê tevnegeriyaye.    KESÊ PISPOR: LI DIJÎ RÊGEZÊN BAJARVANIYÊ YE    Dadgehê got ku di kirariya guhertinê de “bingeheke hiqûqî nîne û ne li gorî mewzûatê ye” û bi piraniya dengan ev guhêranî betal kir. Di biryarê de her wiha dadgehê cih da rapora kesê pispor. Di rapora kesê pispor de hat gotin ku bi kêmkirina qadên şînkahiyê re qada cemaweriyê tu sûcê jê nagire. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku guhêraniya plana îmarê xizmetê ji cemaweriyê re nake û ne li gorî rêgezên plankirin û bajarvaniyê ye.    'DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ BÊHIQÛQIYAN BIDOME’   Endama Komîsyona Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê Hebûn Baygin biryar nirxand. Baygin, anî ziman ku dê têkoşîna baroya wan a li dijî bêhiqûqtiyên di vê qadê tên kirin bidome.    MA / Mujdat Can