Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin 2024-01-11 10:17:25   ŞIRNEX - Şandeyeke ku nûnertiya serokwezîrtiya Iraqê dike li Taxa Newrozê ya Kerkûkê lêkolîn kir. Serokê şandeyê Dr. Amir Ciburî diyar kir ku dê daxwazên şêniyên taxê bigihîne Serokwezîr Sudanî.    Şandeyeke ku nûnertiya Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî dike ku Dr. Amir Ciburî serokatiya wê dike, çû serdana Taxa Newrozê ya Kerkûkê ku ji hêla artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin û lêkolîn kir. Şandeyê mal û kolanên ji hêla artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin lêkolîn kir û bi gel re hevdîtin kir.    ‘EM Ê DAXWAZAN BIGIHÎNIN SEROKWEZÎR’    Şandeyê piştî lêkolîn û hevdîtinan daxuyanî da. Serokê şandeyê Dr. Amir Ciburî da zanîn ku li ser fermana serokwezîr hatine serdana taxê û xwestine li daxwazên xelkê Kerkûkê guhdar bin. Cibûrî, wiha got: “Em ê daxwazên şêniyên taxê pêşkeşî serokwezîr bikin. Tu pirsgirêk bêçareserî nînin.”    ‘DÊ CIVÎN SIBE BERDEWAM BIKIN’   Hakim Elmas Fazil ê YNK’î ku li gel şandeyê tev li civînên bi gel re bû têkildarî civînan bi Rojnewsê re axivî. Fazil, da zanîn ku dê civîn sibe jî bidomin û ev tişt anî ziman: “Li ser fermana serokwezîr şandeyek hate avakirin û hatin serdana Taxa Newrozê. Me tevahiya belgeyên ku mafên xelkê me mîsoger dikin pêşkeşî şandeyê kir. Me xwest ku yan malan bifiroşin gel an jî bidin kirê. Xwediyê van malan dewlet e ne Wezareta Parastinê. Dê civîn sibe jî bidomin.”