Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin 2024-01-11 10:57:50   ENQERE - Danişîna doza bi îdiaya “heqaretê” ji ber gotinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî derbarê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de hatiye vekirin, ji ber îfadeyên Wezareta Parastinê bên wergirtin hate taloqkirin.    Li ser giliya Wezareta Parastinê ya Tirk bi îdiaya “heqaret kiriye” derbarê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci de ji ber nirxandinên wê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla dewleta tirk ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe hatine bikaranîn doz hate vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê hate lidarxistin. Fîncanci, parêzerên wê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn.    Parêzerên Fîncanci yên di danişînê de mafê axaftinê wergirtin, daxwaz kirin ku doz were redkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir.    Dadgehê ji bo têkildarî dozê îfadeya Wezareta ParastiNê bê wergirtin danişîn taloqî 7’ê gulanê kir.