Li Mêrdînê serdegirtinên malan 2024-01-11 11:42:01   MÊRDÎN - Di danê sibehê de li navçeyên Stewrê û Artukluyê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de cendirmeyan li navçeyên Stewrê û Artukluyê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek kes hatin binçavkirin.  Kesên bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar.    Hat zanîn ku li ser telefonê li kesên di serdegirtinên malan de ne li malê bûn hate geriyan û jê hat xwestin ku ji bo îfadeyê biçin fermandariya cendirmeyan.