Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir 2024-01-11 12:19:02   ENQERE - Li Zanîngeha Enqereye komeke nijadperest a MHP’î careke din êrişî xwendekaran kir.    Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê komeke nijadperest a MHP’î îro careke din êrişî xwendekaran kir. Xwendekar li ber Fakulteya Ragihandinê ku ji bo bikevin ezmûnê hatinê rastî êrişî hatin. Koma nijadperest, gefa “Em ê nehêlin ku hûn bikevin ezmûnan” li xwendekaran xwarin. Koma nijadperest li ser xwendekaran bersiva wan da ji cihê bûyerê veqetiyan.    Xwendekar duh jî rastî êrişa komeke nijadperestan hatibûn.