Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê 2024-01-11 12:20:31   AMED - Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê bi kargoyê di qutiyê de hatibûn radestkirin, ji ber îfadeyên şahidan 9 meh in girtî ye. Parêzera Aksoy got ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzî miwekîla wê dibin û ji bo danişîna dozê ku dê sibe bê lidarxistin banga piştevaniyê kir.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Halîse Aksoy (57) ku hestiyên kurê wê Agît Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û 3 sal piştre bi rêya kargoyê di qutiyekê de radestî wê hatibûn kirin jî di 25’ê nîsana 2023’yan de hatibû girtin. Aksoy, ev nêzî 9 meh in ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin û duyemîn danişîna doza wê dê sibe li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.    Parêzera Aksoy, Zeynep Karayilan beriya danişîna dozê bersiva tawanbariyan da û got ku li dijî miwekîla wê “hiqûqa dijminatiyê” di meriyetê de ye.    Karayilan, da zanîn ku nêzî 200 kes li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatine binçavkirin û ji van hinek jê hatine girtin. Karayilan, diyar kir ku sedema girtina miwekîla wê jî îfadeya şahid a “mala wê ji bo endamên rêxistinê cihekî biewle bû” ye. Karayilan, got ku di çarçoveya vê îfadeyê de derheqê miwekîla wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hatiye amadekirin û wiha got: “Di danişîna ewil a dozê ya di 6’ê cotmeha 2023’yan de li ser SEGBÎS’ê li şahid hate guhdarîkirin. Lê îfadeyên wî yên dawî û yên berê hev negirtin. Tevî vê yekê jî şandeya dadgehê bi hinceta îfadeya şahidekî nepen biryara domandina rewşa girtî da.”    Bi domdarî Karayilan anî ziman ku tu bingeheke hiqûqî ya biryara girtinê ya di danişîna ewil de tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku gelek kesên bi heman hincetan hatin binçavkirin û girtin û piştre hatin tehliyekirin û heta beraet kirin. Di hiqûqa cezayê de ya esasî darizandina bi awayekî negirtî ye. Darizandina bi awayê girtî weke çareya dawî tê bikaranîn. Lê hêj ji destpêka darizandinê ve di çarçoveya hiqûqa cezayê ya dijminatiyê nêzî Halîse Aksoy bûn. Rêgezên sereke yên hiqûqê hatin binpêkirin.”    ÎFADEYÊN ŞAHIDAN HEV NAGIRIN   Di berdewamê de Karayilan bi lêv kir ku di îdianameyê de ji bilî şahidê eşkere yê heyî şahidekî din jî yê eşkere heye û ji ber ku şandeya dadgehê nekarî xwe bigihîne vî kesî, dev ji guhdarîkirina wî berda ye. Karayilan, wiha got: “Her wiha şahidekî nepen heye. Ev her sê şahidên behsa xeberê jî îfadeyên eleqeya wan bi hev re nînin didin. Îfadeyên yek ji wan îfadeyê yê din nagire. Her wiha şandina hestiyan a di qutiyê de û bi rêya kargoyê jî di îdianameyê de hatiye nivîsandin û ev jî di hincetê de cih digire. Ev xisûs bi tena serê xwe nîşan didin bê ka li dijî Halîse Aksoy bêhiqûqiyeke çawa di meriyetê de ye.”    JI BER PIRGIRÊKÊN XWE YÊN TENDURISTIYÊ BIGAZINC E    Parêzer Karayilan destnîşan kir ku nexweşiyên weke tansiyon, şekir, dil û qelewbûnê yên miwekîla wê hene û wiha pê de çû: “Ji ber şert û mercên girtîgehê ev nexweşiyên wê girantir bûne. Got ku ji ber vê yekê gelek caran rakirine nexweşxaneyê. Di demên ewil de digot ku mîdeyê wê diêşe. Lê belê tedawiya pêwîst di dema xwe de nehat kirin. Beriya bikeve girtîgehê jî gelek caran ji çavên xwe emeliyat bûbû. Di hevdîtina me ya dawî de ji ber çavên xwe bigazinc bû. Digot ku her tim çavên wê birondik dibin, ji ber vê rewşê çûye revîrê lê guhertinek çênebûye.”    JI BO TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ BANG KIR   Herî dawî jî Karayilan got ku dê danişîna dozê sibe saet di 09.35’ê de bê lidarxistin û bang li hemû saziyên jinan û saziyên demokratîk kir ku tev li danişînê bibin.