Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû 2024-01-11 12:39:11 ÎZMÎR - Girtiyê siyasî Mehmet Saît Yildirim ku li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin û 28 sal in girtî ye, ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û anjiyo bû.  Girtiyê siyasî Mehmet Saît Yildirim ê 71 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin, di 18’ê kanûnê 2023’yan de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt Ataturkê û anjiyo bû. Li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 15’ê adara 2015’an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û 9 roj piştre di 25’ê adarê de bi sedema pirsgirêkên xwe yên dil sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Yildirim, ji sala 2018’an ve jî li Girtîgeha Kiriklarê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    ‘DIVÊ VÊ BÊHIQÛQTIYÊ BI DAWÎ BIKIN’   Nexweşiyên Yildirim ên weke hîpertansiyon, nexweşiya dila a arterîosklerotîk, KOAH, hişkbûna sih û demaran hene. Birayê Yildirim, Hasan Yildirim têkildarî hevdîtina di 25’ê kanûna 2023’yan de bi birayê xwe re kiribû agahî dan. Yildirim, da zanîn ku ji ber cezayê muebbeta giran birayê wî ji sala 2018’an heta niha bi awayekî derhiqûqî di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ji ber nexweşiyên wî yên roj bi roj giran dibin bifikarin. Yildirim, wiha domand: “Di hevdîtina vekirî de min rewşa wî qet baş nedît. Tevî ku ez û birayê min li derve ne jî stent xistin dilê me. Birayê min di hundir de bi vê rewşa xwe ya nexweş di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Birayê min 28 sal in di girtîgehê de ye. Dema em diçin gel wî jî rewşa wî nebaş e. Ev yek malbatê ditirsîne. Divê tavilê dawî li vê bêhiqûqtiyê bînin.”    BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR   Yildirim, got ku rewşa birayê wî roj bi roj xerabtir dibe û bang li raya giştî û partiyên siyasî kir ku ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqtiya heyî bihestiyar tevbigerin.