Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin 2024-01-11 13:05:53   STENBOL - Danişîna doza ji ber nûçeya bi serenavê “Qesr dîn bû” ya rojnameya Ozgur Gundemê derbarê rojnamevanan de hatiye vekirin hate taloqkirin.    Ji ber serenavê “Qesr dîn bû” yê di 8’ê îlona 2015’an de di rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin de hate weşandin derbarê rojnamevanan de bi îdiayên “heqaret li Serokkomar kirine” û “propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna 30’emîn a doza derbarê Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Huseyîn Aykol û Midura ji Karên Nivîsan Berpirsyar Reyhan Çapan û nivîskar Hasan Başak û Kemal Aykût ên negirtî tên darizandin de hatiye vekirin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Çapan û parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn.    Parêzeran da zanîn ku derbarê Çapanê de li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dosyayeke din heye û xwestin bi vê dosyayê ve bikin yek. Dozger jî xwest ku dosyayan bikin yek.    Şandeya dadgehê biryar da ku înfaza biryara girtinê ya derbarê Hasan Başak û Kemal Yakût de hatiye derxistin bê sekinandin. Şandeya dadgehê daxwaza kirina yek a dosyayên derbarê Çapanê de qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê nîsanê kir.