TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir 2024-01-11 15:22:53   MÊRDÎN - Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Mêrdînê li dijî plana îmarê ya rêveberiya qeyûm îtîraz kir.    Li dijî Plana Îmarê ya Plansaziya Revîzyonê ya 1/5000 û 1/1000 û Sepana Revîzyonê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji bo navçeyên Qoser û Nisêbînê amade kiriye, îtîraz hate kirin. Duh ajansa me nûçeyeke bi sernavê “Li Mêrdînê parsel bi parsel talana îmarê” parve kiribû û kitekitên nelirêtî û bertîlê eşkere kiribû. Piştî vê nûçeyê, Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê daxwaznameya îtîrazê amade kir û da şaredariyê.    Di daxwaznameyê de hat gotin ku plana îmarê ya ji hêla rêveberiya qeyûm ve hatiye amadekirin li dijî rêziknameyê ye û hat xwestin ku bê betalkirin.