Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan 2024-01-11 15:32:21     MÊRSÎN - Endamên DEM Partiyê yên tespîtkirin ku li 55 navnîşanên navçeya Akdenîz a Mêrsînê hezar û 616 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin, derî bi derî geriyan û hişyar kirin ku gel li qeydên xwe yên hilbijêran binêrin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê piştî ku lîsteyên hilbijêran ên têkildarî hilbijartinên herêmî yên di 31’ê adara 2024’an de hatin daliqandin tespîtkirin ku li 55 navnîşanên navçeya Akdenîz a Mêrsînê hezar û 616 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin, ji bo ku şêniyên navçeyê agahdar bike dest bi xebatan kir.    Parlamentera Mêrsînê Perîhan Koca, endamên rêxistinên navend û navçeyan ên partiyê û bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Akdenîzê çûn navnîşanên hilbijêrên xeyalî lê hatine qeydkirin û derî bi derî geriyan û gel derbarê nêlirêtiyan de agahdar kirin.    Ji bilî navnîşanên qala wan tê kirin serdana muxtaran û dikandaran hate kirin û welatî hatin hişyarkirin ku qeydên xwe yên hilbijêran kontrol bikin.    ‘EM Ê TEŞHÎRKIRINÊ BIDOMÎNIN’    Parlamenter Perîhan Koca anî ziman ku weke her hilbijartinê di van hilbijartinên herêmî de jî di şertên antîdemokratîk de diçinê.    Koca, anî ziman ku yek bi yek çûne navnîşanên ku tespîtkirine qeyda hilbijêrên xeyalî lê hatine kirin û anî ziman ku dê teşhîrkirina pêkanînên antîdemokratîk berdewam bikin û wiha got: “Em ê li dijî kesên ku hewl didin mafê gelê me bixwin bi hev re têbikoşin û derî bi derî bigerin.”