Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû 2024-01-11 16:11:21   COLEMÊRG - Danişîna ewil a çawişê pispor Alper Kaan Polatkan hat lidarxistin ku li Geverê bi wesayîtê li zarokê 5 salî Erdem Aşkan dabû û bûbû sedema mirina wî. Çawişê pispor tev li danişînê nebû û şandeya dadgehê têkildarî bûyerê biryara keşfê da.    Çawişê pispor ê bi navê Alper Kaan Polatkan ku li Fermandariya Cendirmeyan a Gever a Colemêrgê peywirdar bû, di 8’ê hezîrana 2023’yan de bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û bû sedema mirina wî.    Derheqê faîl Alper Kaan Polatkan de 8 meh piştre ji ber sûcê “Biqisûra xwe kesek kuştiye” doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Geverê hate lidarxistin. Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Colemêrgê û parêzerên malbata Aşkan di danişînê de amade bûn. Malbata Aşkan jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Faîlê bûyerê Polatkan tev li danişînê nebû.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Şahidan di îfadeyên xwe de gotin ku leza wesayîta ku Alper Kaan Polatkan diajot pir bi ser leza zêdetirîn de bû.    DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN   Parêzeran jî bal kişandin ser hezaza ji ber lêdanê li pêşiya wesayîtê çêbûye û gotin ku wesayîteke bi leza 60 km’an nikare hezazeke wiha çêbike. Parêzeran xwestin ku bersûc bê girtin û ji bo qezayê keşf bê kirin. Şandeya dadgehê jî daxwaza girtina bersûc red kir.    DÊ DI 16’Ê SIBATÊ DE KEŞF BÊ KIRIN   Şandeya dadgehê daxwaza keşfê ya parêzeran qebûl kir û biryar da ku keşf di 16’ê sibata 2024’an de were kirin û dîroka danişîna duyemîn jî piştî keşfê bê diyarkirin.