Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin 2024-01-11 16:28:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene, Mêrsîn û Mêrdînê didomînin, diyar kirin ku ji bo daxwazên xwe dê heta dawiyê têbikoşin û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin, di 27’ê mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger dabûn destpêkirin.  Çalakî di roja 46’emîn de berdewam dike.    Malbatên girtiyan jî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.     EDENE   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 39’emîn de berdewam kir. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Seyhanê Fatma Çatikkaş û Şefîk Ozbey û rêveberên navçeyê hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Biji berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.    Ji welatiyên hatin serdanê Bedrî Şengul pergala tecrîdê ya li Îmraliyê rexne kir. Şengul, got ku ji bo aştî û edalet bê welêt divê tavilê tecrîd bê rakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala ji hêla fîzîkî ve azad bibe.    MÊRSÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 39 roj in didome. Îro jî gelek kes hatin serdana çalakiyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek kesên pê re hatin serdana nobetê. Koca, di çalakiyê de got ku berxwedana dayikan a li dijî tecrîdê û “pergala faşîst” a vê polîtîkayê dimeşîne didome. Koca, anî ziman ku ji bo edalet û aştiyê heta niha bedelên giran hatine dayîn û diyar kir ku ew xwedî li çalakiya nobetê derdikevin.    Piştî axaftinan, çalakiya bi guhdarîkirina dengbêjan dom kir.    STENBOL   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 30’emîn de berdewam dike. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê tê domandin. Şandeya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê îro hate serdana nobetê. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku têkoşîna xizmên girtiyan û ya komeleya wan dişibin hev.    Yolerî, wiha got: “Gelemperiya yên di avakirina ÎHD’ê de cih girtin jî xizmên girtiyan ên mîna we bûn. Îro li girtîgehan tecrîd û îşkence heye. Îşkence hem di qanûnên Tirkiyeyê de hem jî di peymanên navneteweyî de hatiye qedexekirin. Mixabin îro li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û tecrîd heye. Tecrîda herî girankirî jî li Îmraliyê ye. Em bandora van a li ser girtîgehan dişopînin.”    Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun jî got ku gelê kurd salên duvdirêj e rastî zextê tên û ev tişt anî ziman: “Ji salên 1980’î ji Zindana Amedê heta niha me bedelên giran dan. Em xizmên windakiriyan e û windahiyên me ne windahiyên jirêzê ne. Nasnameya siyasî ya tevahiya xizmên me yên di bin çavan de hatine windakirin heye. Dewlet ji vê ditirsiya û zarokên me da windakirin. Niha ji girtiyan ditirsin. Ji ber ku hedefeke wan heye û di wê hedefa xwe de xwe şaş nakin. Têkoşîna wan, têkoşîna me tevan e.”    Di çalakiya nobetê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    WAN   Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 38’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bernamzetên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Di serdanê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Çalakvanan gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.    AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 39’an de berdewam kir. Gelek kes tev li nobetê bûn. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), rêveberên DEM Partiyê ya Rêxistina Navçeya Bajarê Nû û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin serdana nobetê.    Nobet, bi gotina stranan berdewam kir.    ÎZMÎR    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiya destpêkirin jî di roja 8’an de didome.    Li eywana çalakiyê pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan", "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Her wiha çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Karabaglarê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê.    Hevseroka DEM Partiyê ya Karabaglarê Emîne Bozdag di çalakiyê de axivî û got ku ew piştgiriyê didin nobetê. Bozdag, anî ziman ku li Tirkiyeyê pergala edaletê hatiye tunekirin û ev pergal hewl dide hêviyan jî tune bike. Bozdag, wiha domand: “Dixwazin hêviya edaletê jî tune bikin. Lê dayikên me tu caran hêviya xwe winda nakin û li pey şopa zarokên xwe ne. Ya ku me li ser pêyan digire jî hêvî û îrade ye.”    Bi domdarî Bozdag bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Ev bêedaletiye li tu deveran nîne. Bêdengiya li hemberî vê îşkenceya mezin tiştekî asayî nîne. Divê em dengê xwe zêdetir derxînin. Ji ber ku pergal hewl dide îşkenceyê rewa nîşan bide. Divê em li dijî vê derkevin da ku nekarin îşkenceya li ser me bidomînin.”    Piştî axaftinan, xizmên girtiyan stran gotin û nobet berdewam kir.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê jî tê meşandin îro komeke din a nû dewr girt. Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrdînê Kamûran Tanhan û Berîtan Guneş Altin û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Nobet bi stranên hatin gotin berdewam kir.    Dayika Aştiyê Nûrê Tarlak a di Nobeta Edaletê de cih digire wiha got: “Ev li vir ji bo Serokatiya xwe û zarokên xwe di çalakiyê de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan nêzî du meh in didome. Ji bo ku em piştevaniya wan bikin li vir in. Zarokên me ji bo serokatiya xwe û ji bo mafên xwe di grevê de ne. Em têkoşîna serokatiya xwe didin. Em dixwazin parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Bi hevdîtinan re dê ji bo me hemûhan rojên xweş bên. Heta ku zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de bin em jî dê di çalakiyê de bin. Em tecrîda li ser zarok û Serokatiya xwe qebûl nakin. Em naxwazin xwîn were rijandin û ji girtîgehan darbest derkevin. Em ê heta dawiyê jî têkoşîna xwe bidomînin. Em azadiya serokatî dixwazin. Daxwaza me ev e.”