Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin 2024-01-11 16:43:26   STENBOL - Malbatên girtiyan ên bi daxwaza pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê dane destpêkirin, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, hatin binçavkirin.    Gelek malbatên girtiyan ên bi daxwaza pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê dane destpêkirin, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê ya li Esenlerê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Çîçek Otlû jî piştgirî da daxuyaniyê.    Malbatên girtiyan ên tevî ku polîsan dora girtîgehê bi wesayîtên binçavkirinê dorpêç kirin bi biryar bûn ku daxuyaniyê bidin, dema xwestin bên li ber girtîgehê li Taxa Karadenîzê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nûçegehihanê me Ferhat Sezgîn ê xwest kêliyên binçavkirinê bikişîne, ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û polîsan ew xistin erdê.    OTLÛ: BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Parlamenter Çîçek Otlû ya bertek nîşanî binçavkirina malbatên girtiyan da tevî hemû astengiya polîsan jî hate ber girtîgehê û wiha axivî: “Li girtîgehan tecrîdeke girankirî heye. Em dixwazin tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin dikin. Em ê vê hilweşînin. Em ê neheqî û bêhiqûqiyê hilweşînin.”   Hejmara kesên hatin binçavkirin û birine ku derê nehate hînbûn