Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin 2024-01-11 21:11:35   COLEMÊRG - Hevşaredarên Colemêrgê yên berê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî piştî 10 salan ji girtîgehê derketin.   Hevşaredarên Colemêrgê yên berê Dîlek Hatîpoglû û Nûrllah Çîftçî ku bi hinceta tev li daxuyaniya "xwerêveberiyê" ya 14'ê Tebaxa 2015'an bûne hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Colemêrgê, di 25'ê Adara 2016'an de bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" 15 sal ceza li her du hevşaredaran birî. Lê Dadgeha Bilind cezayê hat birîn xera kir. Di darizandina jinûve de, dadgehê li her du hevşaredaran 11 sal û 3 meh ceza birî.    Piştî vê parêzerên hevşaredaran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê jî biryara jinûvedarizandinê da. Piştî vê Dadgeha Cezayê Giran a 2'Yan a Colemêrgê 11 sal û 3 meh ceza li her du hevşaredaran birî. Hevşaredar Hatîpoglû û ya di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de û Hevşaredar Çîftçî yê di Girtîgeha Amedê de piştî nêzî 10 salan îro ji girtîgehê derketin.