Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin 2024-01-11 21:19:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi du dironeyên bombebarkirî êrişî ser baregeha Amerîka ya li Balefirgeha Navdewletî ya li Hewlêrê hat kirin.    Di saetên şevê de bi du dironên bombebarkirî êrişî ser baregeha Amerîka ya li Balefirgeha Navdewletî ya li Hewlêrê hat kirin. Hat gotin beriya dironên bombebarkirî bigihin hedefa xwe ji aliyê sîstema parastinê ya asîmanî ve hatine xistin.   Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan êrişî baregehê kiriye.