ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-12 09:00:08   * Li Herêma Federal a Kurdistanê kuştin û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe. Ji RJAK'ê Evîn Gulîzarê da zanîn ku piraniya kujerên jinan endamên partiya desthilatdar a siyasî ne û got: "Endamtiya van kujeran a di partiyeke deshilatdar de dibe sedem ku kujer neyên cezakirin. Piranî kujerên jinan endamên partiyên siyasî ne. Nahêlin ku daraz û dadgeh xweser tevbigerin. Ji ber wê jî hikûmet hejmara rast a jinên qetilkirî vedişêre."    * Hat îdîakirin ku li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê li hin cerdevanan gef hatiye xwarin û wiha hatiye gotin: "Ger Dem Partî bi ser bikeve em ê çekên we ji we bistînin."    * Eylem Aykaçê anî ziman ku bavê wê Mehtî Aykaç ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê nayê dermankirin û got ku bavê wê yê ku rojê 5 wextan nimêj dike ji bo destnimêjê avê ji kantînê dikire.    * Taner Ergun ê di Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê de, ragihand ku hemû girtiyên nexweş bi şewbê ketine û got ku rêveberiya girtîgehê derman nedane girtiyên ku nehatine muayenekirin.    * Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Pinar Sakik, ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê, bang li delegeyan kirin ku di 14-15'ê Çileyê de dengê xwe bi kar bînin.    * Girtî di girtîgehan de û dayikên wan jî li derve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin. Dayikan di çalakiyê de gotin: "Eger tecrîd rabe wê pirsgirêk bi dawî bibin. Em azadiyê dixwazin."   * Li 8 navçeyên Rihayê 18 hezar û 865 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin. Li Xelfetiyê  ku di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de 26 hezar û 768 hilbijêrê wê hebûn, di 5 mehan de hejmara hilbijêran 4 hezar û 239 kes zêde bûye. Li ser 50 navnîşanan 1479 hilbijêr hatin tespîtkirin.   * Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi yê diyar kir ku li Amedê xwe amade dikin Serê Salê bi hin cure aktîvîteyan pîroz bikin wiha got: “Naveroka aktîvîteyên têr û tejî ye. Dê çend surprîzên me jî hebin.”   * Danişîna Doza derbarê Halîse Aksoy a 9 meh in bi îdiaya “endamdiya rêxistinê” ji ber beyanên şahidên aşkere hatiye vekirin de dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)    * Danişîna doza têkildarî komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar a dosyayên “kargeh” û “nexweşxaneyê” kiribûn yek dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî amadekariyên pêşhilbijartin û geşedanên siyasî li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ     * Nobeta Edaletê ya li 7 bajaran di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin de dê bidome. (11.00-17.00)      * Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Dêrsimê dê têkildarî starta hilbijartinê li avahiya partiyê civîneke agahdarkirinê li dar bixe. (13.00)