Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman 2024-01-12 09:02:09 WAN - Taner Ergun ê di Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê de, ragihand ku hemû girtiyên nexweş bi şewbê ketine û got ku rêveberiya girtîgehê derman nedane girtiyên ku nehatine muayenekirin.    Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî zêde bûne. Girtiyên siyasî Ûmût Savaş Koçyîgît, Taner Ergun, Vefa Yilmaz û Huseyîn Karabûlût bi rêya telefonê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin malbatên xwe. Girtiyan ragihand ku rêveberiya girtîgehê piştî greva birçîbûnê cezayên disiplînê dibire û girtiyên ku ji ber grevê nerihet bûne jî sewqî nexweşxaneyan û revîrê nehatine kirin.    ‘AZADÎ JI BO OCALAN'   Taner Ergun di hevdîtina bi rêya telefonê de ragihand ku heta ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zemîna azadiyê neyê peydakirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Ergun, wiha domand: "Em niha bi tecrîda herî giran re rû bi rû ne ku ji Girava Îmraliyê li girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan gelek hevalên me tevî ku nexweşiya wan giran e jî nayên berdan. Greva birçîbûnê ya ku em li dar dixin, di heman demê de ji bo wan hevalan e. Gelek hevalên me hene ku bi pêkanînên kêfî berdana wan hatiye astengkirin. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan û pêkanînên keyfî yên li ser girtiyên siyasî bi dawî nebin, em ê çalakiya xwe bidomînin."   ‘DU HEFTEYAN CAREKÊ DIBIN REVÎRÊ'   Ergun da zanîn ku tevî ku cezayên disiplînê yên li girtiyan hatine birîn bi dawî bûne jî girtî nayên berdan û got ku niha li girtîgehan şewbek belav bûye. Ergûn, axaftina xwe wiha qedand: "Şewbeke giştî heye û hema bêje hemû girtî nexweş in. Du hefteyan carekê girtiyan dibirin revîrê, lê li revîrê jî dermanan nadin. Dema ku girtiyan dibin nexweşxaneyê, wan 2 deqeyan li ser pêyan muayene dikin. Gava em ji bo dermankirinê diçin jî dermanan nadin, dibêjin derman tune ne. Anku li girtîgehê di her warî de pirsgirêk hene."