8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-01-12 13:04:03   AMED - 8 kesên li navçeya Bismilê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Polîsan duh li navçeya Bismil a Amedê bi ser malan de girtin. 8 kesên ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.