DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’ 2024-01-12 13:43:25   DÊRSIM - Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ji bo deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” daxuyaniya piştgiriyê da û ji bo aştiyê çerax pêxist.    Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) li avahiya xwe ya navenda giştî ya li Dêrsimê ji bo deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” a 564 rewşenbîr, hunermend û nivîskar îmzakarên wê ne daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de destnîşan kir ku divê bersiva banga nivîskar û hunermenan were dayîn û got: “Bi hişmendiya ku li Rojhilata Navîn û li welatê ku em lê dijîn pêdiviya herî lezgîn aştî ye, em bersivê didin vê bangê û li gel wê ne. Ji bo aştiya civakî ewle bibe, hebûna welatiyên azad û wekhev ewle bibe, Rojhilata Navîn demokratîk bibe û di çarçoveya siyaseta demokratîk de pirsgirêka Kurd çareser bibe, em ji bo aştiyê têbikoşin.”   Dogan, diyar kir ku divê dengê aştiyê were bilindkirin û ev tişt gotin: “Dewamkirina şer, têkoşîna kurd û elewiyan a ji bo welatîbûna wekhev û azad nedîtbar dike. Di serî de elewî em bang li hemû beşên civakê yên têkoşîna demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê didin dikin ku dengê xwe bilind bikin û di bin ronahiya çeraxa me pêxistî bên bahev.”   Piştî daxuyaniyê çerax hate pêxistin.