Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin 2024-01-12 15:57:13   AMED - Serhat Aşan ê di qezaya kar a li navçeya Elkê de tiliya wî jê ve bû, ji ber kêmaniyên li nexweşxaneyên li bajêr piştî 10 saetan li Amedê hate emeliyatkirin.    Serhat Aşan ê 24 salî ku li gundê Germav ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê karê mobîlyayê dikir, duh tiliya wî kete ber makîneya pê dixebitî û jê ve bû. Aşan ewilî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û pişt re sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin. Aşan, ji ber li vir cerrahê plastîk nebû sewqî Amedê hate kirin. Aşan, piştî 10 saetan li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê emeliyat bû. Hate diyarkirin ku rêjeya xelasbûna tiliya Aşan gelekî kêm e.    Bavê Aşan, Rahmî Aşan ê bûyera qewimî vegot, wiha axivî: “Duh piştî nîvro saet 14.30’an de qeza derbas kir. Tiliya wî ya îşaretê ya destê rastê jê ve bû. Em di nava nîvsaetê de gihiştin navçeyê. Tenê pansuman kirin. Me xwest bi rêya hewayî sewqî Şirnexê bêkirin. Rayedarên herêmî jî bûn alîkar lê ji ber rewşa hewayê nebaş bû helîkopter neşandin. Me bi rêya bêjahiyê anî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li Roboskê jî ji ber berfê em asê man. Nêzî nîv saetê li wir man. Piştî ku em gihiştin Şirnexê ji vir jî sewqî Amedê hatin kirin. Hincet jî ew e ku bijîşkê cerahê plastîk nîne.”   PIŞTÎ 10 SAETAN HATE EMELIYAT KIRIN    Aşan, bertek nîşanî şertên nexweşxaneyê yên li Şirnexê dan û wiha berdewam kir: “Em gelek pirsgirêkan dijîn. Em bi rêya bêjahiyê ji Şirnexê heta Amedê 6-7 saetan hatin. Ji ber baranê jî hinek dereng man. Piştî 10 saetan encax me karî bigihin vir. Bi şev li dora saet 24.00’an encax karîn emeliyat bikin. Em bi bijîşk re axivîn, got hêj rîsk didome, gotin xelasiya tiliyê ji sedî 5-10 e.”   ‘PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’    Aşan, destnîşan kir ku divê pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajêr bên çareserkirin û ev tişt gotin: “Bi taybetî em li Elkê pirsgirêkên tenduristiyê yên gelek cidî dijîn. Mixabin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê nikare mudaxileyî qezayeke biçûk jî bike. Li nexweşxaneya dewletê mixabin ambûlansek tenê dixebite. Ji wê wêdetir nikare xizmeteke cidî pêşkeşî welatiyan bike. Em dixwazin kêmasiyên tenduristiyê yên li herêma me demildest bên çareserkirin.”   MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş