Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma 2024-01-13 09:01:50   AMED - Projeya pergala trêna biray ku her sal soza wê tê dayîn û her tim ji bo danasîna wê ji aliyê qeyûm ve bi milyona pere tê xerckirin, heya niha tenê li ser afîşan hebûye.    Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re eleqeya saziyên çapemeniyê yên hewzê yên ji bo qeyûmên tayînî şaredariyan hatine dîsa zêde bû. Çapemeniya hewzê ya ku heta niha guh nedaye berjewendî û gendeliya ku li şaredariyên qeyûma tayinî wan hatine kirin pêk hatiye, pratîkeke çapemeniyê ya ku beranberiya abonetiyan û têkiliyên baizrganî pesnê qeyûman dide nîşan dide. Piraniya proje û lêkolînên ku li dora vê têkiliya siyasî-aborî ya berjewendiyê hatine ragihandin, tenê li ser kaxizê mane.   Yek ji van projeyên ku li ser kaxezê mane jî, projeya pergala trêna biray e ku hema hema her sal ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku ji aliyê qeyûman ve du deman hat birêvebirin, soz ji bo wê tê dayîn û reklama wê tê kirin.    Proje di sala 2011’an de cara ewil ji aliyê şaredariya DBP’ê ve cara ewil hat amadekirin, lê berê bê pêkanîn qeyûm hatin tayînkirin. Ji bo projeya pergala trêna biray ku ji aliyê qeyûman ve tê nepixanin û bi milyonan pere ji bo danasîna wê tê xerckirin, heya niha tu gav nehatiye avêtin.    Qeyûmê ewil ku di 1'ê Mijdara 2016'an de tayinî Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin Cûmalî Atilla, diyar kiribû ku projeya "Xeta Sîstema Rêhesinê ya Dagkapi-Nexweşxaneyê" daxilî nava Bernameya Veberhênanê ya Sala 2016'an hatiye kirin.    Atilla ji bo projeya 14 kîlometroyî ku ji Dagkapiyê dest pê dike û heta Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê diçe, gotibû "Dê ev pergal trafîka bajêr sivik bike" û ragihandibû ku dê beşa wê ya duyan jî ji Xaçerêya Dîclekentê heya 500 Evlerê biçe.   Çapemeniya Hewzê jî vê yekê wekî "Li Amedê projeya trêna biray ku şaredariyên HDP'î 20 sal in pêk neanîn, qeyûm dikin" serwîs kiribû.    Rêveberiya qeyûm di 17'ê Gulana 2021'ê de ji bo projeyê îhale çêkiribû û bi 7 milyon û 9965 hezar TL'î dabû Şîrketa Altaşê.    Piştî ku peyman hat îmzekirin, hem di daxuyaniyan de hem jî di afîş û pankartan de soz hat dayîn ku dê proje di sala 2023'yan de dest bi xizmetê bike. Sala 2024'an dest pê kir, lê ji bo vêt u tişt nehat kirin. Her wiha qeyûma niha jî ji bo reklama projeya navborî bi milyonan pere xerc dikin.    MA/ Mujdat Can