‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin' 2024-01-13 09:04:08   AMED - Abdulvahap Bûrak, bavê girtiyê nexweş Abdulsamet Bûrak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin, ragihand ku kurê wî nayê dermankirin.   Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş her ku diçe zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de hezar û 517 girtiyên nexweş hene û ji wan 651 jê nexweşînên wan ên giran hene. Girtiyê nexweş Abdulsamet Bûrak ku ji sala 2021'ê vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, bi alîkariya hevalên xwe yên girtî dikare jiyana xwe bidomîne.    Bavê girtî Bûrak, Abdulvahap Bûrak, binpêkirinên ku kurê wî bi wan re rû bi rû dimîne ragihandin.    Bûrak anî ziman ku kurê wî di sala 2021'ê de di operasyona li dijî Herêma Kurdistana Federe de birîndar bûye û got: "5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku lê dihat darizandin, 12 caran cezayê muebedê li kurê min birî."   NAYÊ DERMANKIRIN   Bûrak diyar kir ku kurê wî li nexweşxaneyê ku ji bo dermankirinê ew biribûn, rastî tundiya devkî hatiye û wiha got: “Platîn xistin li milê wî. Platîn piştî 5 an jî 7 santîman li derve mabû. Dema min ji kurê xwe pirsî got ku ne derman kirine û ne jî derman dane wî. Kurê min ji min re got 'dema wan dibin nexweşxaneyê ji wan dibêjin ''Hûn ne welatiyên Tirkiyeyê ne, hûn terorîst in ku dixwazin vî welatî xera bikin, em te derman nakin.'"   Bav Bürak diyar kir ku Komara Tirkiyeyê tu pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî û navneteweyî pêk nayîne û got ku girtiyên siyasî weki dijmin tên dîtin.   ‘BILA KURÊ MIN BÊ DERMANKIRIN'   Bûrak ku bang li rêxistinên mafên mirovan, rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê kir, daxwaza xwe ya ji bo dermankirina kurê xwe dubare kir.    ‘TECRÎDÊ RAKIN'   Bûrak ku xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Komara Tirkiyeyê ne hiqûq û ne jî edalet heye. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirine, di encama vê rewşê de dikare were nîşandan. Çi dibe bila bibe em ê li zarokên xwe xwedî derkevin. Ne tenê jib o yê xwe, em ê li hemû zarokên xwe û li Rêberê xwe xwedî derkevin."