Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar 2024-01-13 09:20:37   MÊRSÎN - Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78'an Bayram Kizartici bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê yekîtiya hêza civakî bê avakirin.    Kampanyaya "Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd" ku ji aliyê dostên kurdan ên li Ewropayê ve di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hat destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyan di 27'ê Mijdara 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê kirin û xizmên wan jî bi Nobeda Edaletê daxwazên xwe tînin ziman.      Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78'an Bayram Kizartici diyar kir ku Abdullah Ocalan di aştiya civakî de xwedî di cihekî girîng e û bi milyonan kes wî wekî "rêberê neteweyî" qebûl dikin. Kizartici bal kişand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got: "Tecrîd bi çi armanc tê sepandina bila bê sepandin, li ser kê tê bê sepandin jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."    Kizartici da xuyakirin ku krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û got: "Tecrîd rewşeke ku divê di vê heyamê de bê ji heq wê bêd erketin." Kizarticî bal kişand ser sedemên tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Ji bo ku fikrên Abdullah Ocalan negihên civakê hevdîtinê asteng dikin. Ev yek tevkariyê li şer dike."    ‘FIKRÊN WÎ WEKÎ FELSEFEYA RIZGARIYÊ TÊN DÎTIN'   Kizarticî gotinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên berê de gotibû, "Ez dikarim di nava hefteyekê de atmosfera pevçûnê ji holê rakim" bi bîr xistin û destnîşan kir ku divê tecrîd li derî polîtîkayên şer û pevçûnan neyê nirxandin. Kizirtici wiha berdewam kir: “Hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî gelek avanî û hêzên siyasî girîngiyê didin fikrên birêz Ocalan. Paradîgma û ramanên wî wekî felsefeya xwe ya rizgariyê dihesibînin. Paradîgmaya ku îro Abdullah Ocalan daye pêş, ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê, ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn; ji aliyê kesên ku di qadên wekî ked, bawerî, jin û ekolojiyê de têdikoşin esas tê girtin. Lewma desthilatdar dizanin û qebûl dikin ku hêza çareseriyê ya birêz Ocalan heye. Ew dizanin ku ew bi peyameke biçûk jî dikare bandoreke çaw ali civak bike. Ji ber vê yekê îro tecrîda giran tê meşandin. Mînaka tecrîda li cîhanê tune ye. Cihê vê tecrîdê ne di qanûnên welêt de ne jî di hiqûqa gerdûnî de heye."    ‘ABDULLAH OCALAN DÎROKÊ DINIVÎSE'   Kizartici diyar kir ku derdorên ku îdîa dikin alîgirê demokrasî, aştî û azadiyê ne, divê vê pirsê ji xwe bikin û wiha got: “Di tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan de para me çi ye?” Kizartici destnîşan kir ku her kes ji tecrîdê berpirsyar e û got: "Dema ku hevdîtin bi birêz Ocalan re tê kirin û dengê wî tê bihîstin, civak rihet dibe. Axaftina wî dibe sedema çareseriya hemû pirsgirêkan û jiholêrakirina atmosfera pevçûnî. ME ev yek di dema pêvajoya çareseriyê d ejî dît. Her ku tecrîd kûrtir dibe, pirsgirêkên li welêt jî zêde dibin. Yanî çareseriya pirsgirêka kurd dê hemû pirsgirêkan ji holê rake. Lewma divê tecrîd bê rakirin. A rast Abdullah Ocalan bi berxwedana ku îro li Îmraliyê pêşxistiye, dîrokê dinivîse."   BANGAWAZÎ   Kizartici bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê girtiyên siyasî ve hatine destpêkirin û got ku pêkanînên îro li girtîgehan li girtiyan tên kirin, li derveyî mirovahiyê ne û ji şert û mercên piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê girantir û dijwartir in. Kizartici anî ziman ku girtiyên li girtîgehan ji bo pêkanîna demokrasî û aştiyê li dijî pergala faşîst a heyî neçar mane ku bedena xwe bidin ber birçîbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyên li girtîgehan ji bilî bawerî û îradeya xwe pê ve tu tiştê wan tune ye. Bi vê re hewl didin çareyê ji pirsgirêkên civakî re bibînin. Pêvajoyên 12'ê Îlonê yên girtîgehê û çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2012'an, mînakên vê yekê ne. Lê di vî du mehî de me ji bo vê pir tiştek nekir. Divê êdî em bertekên xwe yên li hemberî vê rewşê bi awayekî zelal û vekirî bînin ziman. Divê em vî barê girtiyan hilgirin ser milê xwe. Ev yek bi têkoşîneke baş pêk tê. Tişta ku mirov bibêje ew e divê her kes li cihê xwe vê têkoşînê geş bike. Yekane armanca me têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê ye.”   MA / Ergîn Çaglar