DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir 2024-01-13 11:06:22 STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji ber pêşhilbijartinê Mitînga Filistînê ku da sibê li dar bixe taloq kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê ji ber pêşhilbijartina ku di 13-14’ê çileyê de li 90 herêman were lidarxistin Mitînga Filistînê ya ku sibê lidarxistibûna taloqî dîrokeke pêş kir.     Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev agahî parve kirin: “Ji ber pêşhilbijartina ku di 13-14’ê çileyê de li 90 herêman bê lidarxistin rêxistina me hemû xebatên di rojeva wan de taloqî dîrokeke pêş kirin û di vê çarçoveyê de hemû hevalên xwe yên di lijneyên navendî de cih digirin ji bo pêşhilbijartina dîrokî peywîrdar dikin.”