Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir 2024-01-13 12:07:23   STENBOL - Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur ê ku ji gelek cînayetên faîlên wan nediyar berpirsyar dihat dîtin, li Stenbolê mir.    Serokê Daîreya Kontraterorê yê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî yê berê Mehmet Eymur ê ji ber nexweşiya xwe ya KOAH’ê di Nexweşxaneya Çam Sakûrayê dihat dermankirin, mir. Her wiha di rojên derbasbûyî de hatibû gotin ku Eymur hatiye entubekirin û ne li ser hişê xwe ye.    MEHMET EYMUR KÊ YE?    Mehmet Eymur ê di sala 1943’yan de li Stenbolê ji dayik bûye, di sala 1970’î de li Stenbolê di kuştina endamê THKP-C’yê Ulaş Bardakçi de, li Kizildereyê di kuştina Mahîr Çayan û hevalên wî de “peywir” girt. Eymur di salên 90’î de ji ber 18 cînayetên faîlên wan nediyar, li gel 19 bersûcan hate darizandin. Eymur di dozên hatine darizandin de derbarê cînayetên salên 90’î, îşkence, sûcên dewletê li dijî kurd û komînîstan dabûn meşandin de, hin îtîrafan kiribû. Lê ji ber îşkence û ketilkirinên Eymur, tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Hin partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê ji ber îtîrafên Eymûr ên cînayet û îşkenceyan, gilî kiribûn.