Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin 2024-01-13 16:10:19 STENBOL - Di çalakiya ‘Rûniştina F’ ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê de ji bo girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday ê tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” hatiye dayîn û di Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê de tê ragirtin bang li rayedaran hat kirin ku Kûday were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 616’emîn ‘Rûniştina F’ ya ku her hefteyê li dar dixin, li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Stenbolê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday ê di Girtîgheha Tîpa R ya Metrîsê de tê ragirtin, hate sekinîn.    Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday were berdan” hatin vekirin. Endamê MYK’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mûkaddest Şamîloglû xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di girtîgehên Herêma Marmarayê de binpêkirinên mafan bûne weke sîstematik û pirsgirêkên heyî zêde dibin û nayên çareserkirin.    NIKARIN BI TENA SERÊ XWE PÊDIVIYÊN XWE ÇARESER BIKIN   Şamîloglû destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday hene û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bike û tevî vê yekê jî di girtîgehê de tê ragirtin. Şamîloglû da zanîn ku tevî daxwaza sewqa girtî Kûday ya nexweşxaneyê heye jî ev demeke dirêj e ev daxwaz berçav nayê girtin û wiha axivî: “Dawiya dawî Abdulkadîr Kûday sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê hate kirin û li wê derê jî bi teşhîsa fitiqa pişte, Kuday sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Namik Kemal hate kirin. Kûday di sala 2019’an de li heman Fakulteyê hate emeliyatkirin û rewşa wî piştî emeliyatê baş nebû. Piştî hin tetkîkên hatine kirin hat zanîn ku Kûday bi nexweşiya ALS ketiye. Di rapora 1’ê kanûna 2021’an a li Lijneya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Cûmalioglû ya Tekîrdagê hatiye amadekirin de wiha hate gotin, ‘Di çarçoveya Kanûna Hejmar 5275’an de hewce ye ji ber rewşa xwe ya astengdariyê, înfaza wî 6 mehan paş de were hiştin’ û di raporê de hat xwestin ku Kûday sewqî Girtîgeheke Tîpa R were kirin.”     DERMANKIRIN FÊDE NEKIRIN   Di berdewama daxuyaniyê de Şamîloglû destnîşan kir ku ATK’ê di 24’ê kanûna 2021’an de bi şertê 3 mehan carekê derbarê tenduristiya Kûday de rapor were girtin, xwest Kuday di girtîgehê de were girtin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî rapora ATK’ê Kûday sewqî Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hate kirin û bi tedawiya fîzîkê were dermankirin lê belê tevî tedawiya fîzîkê Kûday baş nebû. Dest û piyê wî tevizîn û bêtaqet ma, di stûyê wî de êşeke mezin peyda bû, madê wî rabû, vereşand, singê wî êşiya û şewitî, kîlo da, pirsgirêkên wekî kêm bihîstin, kêm dîtin, daqurtandinê de astengî lê peyda bûn.    DAXWAZÊN BERDANÊ BÊBERSIV MAN   Şamiloglû da zanîn ku Kûday ji ber nexweşiyên xwe di 28’ê mijdara 2022’yan de ji bo ku înfaza wî were taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê daye lê belê ATK careke din raporeke neyînî amade kiriye. Şamiloglû wiha domand: “Piştî sewqa wî hate kirin Lijneya Tenduristiyê ya Nexwşxaneya Çam û Şakurayê di 16’ê çileya 2023’yan de rewşa Kûday berçav derbas kir û anî ziman ku divê înfaza Kûday ji ber nexweşiyên wî 6 mehan were taloqkirin. ATK piştî vê raporê di 30 çileya 2023’yan de raporek amade kir. ATK’ê tevî ku nexweşiya Kûday qebûl kir dîsa jî destnîşan kir ku Kûday dikare di girtîgeha Tîpa R de bimîne. Li ser vê yekê jî di çarçoveya giştînameya 20/1 a Wezareta Dadê de ji bo berdana Kûday serlêdan hete kirin lê belê heya niha tu bersiv nehatine dayîn.”   Şamîloglû anî ziman ku divê Kûday û hemû girtiyên nexweş werin berdan û rayadaran vexwend peywirê raya giştî jî bangî hestiyariyê kir.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bila girtiyên nexwşe werin berdan” û “Tecrîd dide kuştin, piştevanî dide jiyîn.” bi dawî bû.”