Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin 2024-01-13 16:32:34 AMED - Di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de gelek kesên çanda “Kosegeriyê” didomînin, li kolanên Amedê meşiyan, deriyên malan û dikanan xistin û ji bo sala nû daxwazên xwe kirin.  Kurd serê salê li gorî Takvîma Rûmî di 13’ê çileyê de pîroz dikin. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Çocûkça, Komeleya Anka ya Sûrê, Komeleya Hêviyên Rengoreng, Komeleya Qada Ciwan û Şanoya Bajêr a Amedê di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de, li kûçeyên Amedê de dest bi çalakiyên “Kosegeriyê” kirin. Ji ber kevneşopiya “Kosegeriyê” jin wekî mêran, mêr wekî jinan cilan li xwe kirin û tevî erbane û stranan, kolan bi kolan geriyan. Şêniyên taxan gelek caran pêlîstok, şeklame û çerezan dan zarok û “Koseyên” digerin.    DÎLANA SERÊ SALÊ   Kosergeriya li kûçeyên Sûrê dest pê kiriye li Qada Mizgefta Mezin bi dawî bû. Sedan ciwan û zarokên bi “Koseyan” re meşiyane li vê derê govenda serê salê gerandin. Piştî gerandina govendê, zarok, jin ciwan bi giştî sedan kes ber bi Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve meşiyan. Çalakiya “kosegeriyê” bi gerandina govenda li komeleyê bi dawî bû.    Di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de, dê di saet 18.00’an li Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê de çalakiyên din werin li dar xistin.