Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye 2024-01-14 09:56:21 ŞIRNEX - Welatiyên ku tev li pêşhilbijartina Şirnexê bûn dan zanîn ku ew ê nehêlin vîna wan dîsa bê xespkirin û ji bo pêşhilbijartinê gotin: “Ne wekî pêşbirkê lê mîna şahiya demokrasiyê ye.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca diyarkirina namzetên hevşaredarên bajarên mezin û navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr, li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xist. Ji van bajaran gelek dê tura duyemîn de careke din deng bikar bînin. Yek ji bajarên ku pêşhilbijartin hatiye lidarxistin jî Şirnex bû. Şirnex a ku bi vekişandina hilbijêrên cerdevan û leşkeran di rojevê de ye, mijara mereqê ye ku gel dê bersiveke çawa bide. Li Şirnexê welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn bang li her kesî kirin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.    'EM ŞIRNEXÊ NADIN KESEKÎ'   Ji welatiyan Şadiya Sumbul bi lêv kir ku di vê hilbijartinê de divê ku her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wisa deng biavêje û wiha axivî: “Ez ji bo ku dengê xwe biavêjim û namzetê bajêr diyar bimin hatime vê derê. Me dengê xwe bikar anî. Em dixwazin ku serkeftin çêbibe. Heke ku AKP hîleyan neke dê partiya me bi ser keve. Gelê Şirnexê bibiryar e û xwedî li dengê xwe derdikeve. AKP li her derê hîleyan dike. Bila gelê Şirnexê van hîleyan bibîne û dengê xwe bide xwe. Bila kesek wijdana xwe xerab neke. Em ne tirk in. Em kurd in û em ê dengê xwe jî bidin xwe. Em şeref û namûsa xwe nadin kesekî, em dengê xwe nafiroşin kesekî. Em ê xwedî li xwe derbikevin. Banga min ji gelê kurd re heye ku xwedî li dengê xwe derbikevin. Bila kesek wijdana xwe xerab neke û dengê xwe nefiroşe. Bila dengê xwe bidin partiya xwe da ku em di bin vê zilmê de derbikevin. Ma girtiyan nabînin, ma grevên birçîbûnê nabînin bila her kes van bibîne û wisa dengê xwe bide. Bila kurdê xayîn ji xwe şerm bike. Bila bizivirin û destê xwe deynin ser wijdana xwe. Şirnex ya me ye û em Şirnexê nadin kesekî.”    'DI TAXA MIN DE 5 HEZAR HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN'   Ji welatiyan Sabrî Ulger jî bal kişand li ser bicihkirina hilbijêrên cerdevan û leşkeran û da zanîn ku li taxa wan 5 hezar hilbijêrên nû hatine bicihkirin û got: “Li pêşiya me hilbijartinek heye. Di hilbijartinên beriya niha de bêedeletî çêbû. Lê em dixwazin ku ev hilbijartin bi edeletî derbas bibe. Ji ber wê em hatine û namzetên xwe diyar dikin. Ji bo ku neheqî û bêedeletî çênebin ev gele îro dikeve pêşhilbijartinê. Lêbelê di taxa me ya Yeşîlyurtê di hilbijartinên giştî de hilbijêr 3 hezar û 200 bûn. Lê piştî daliqandina lîsteyên hilbijêran, me dît ku 8 hezar deng li taxa me hene. Di taxa me de 5 hezar deng hatine qeydkirin. Ev tê çi wate yê? Bila berpirsyar vê zelal bikin. Bila zelal bikin da ku gel bikaribe bikeve hilbijartinê. Li gel me namzet kî ne girînge. Lêbelê keseke ku bê hilbijartin jî divê ku ji vî bajarî re xizmetê bike. Divê ku gelê Şirnexê xwedî li vîna xwe derbikeve. Heke ku hilbijartineke bi edelet pêk bê dê Şirnexê de vîna gel qezenc bike."    'SERKEFTIN A ME YE'   Husnu Katar, jî got ku ew ji partiya xwe bi bawerin ku ew ê bi serbikevin û ev tişt anî ziman: “Ev pêşhilbijartin ji gelê me re ser xêre be. Em di hilbijartineke hesas de derbas dibin. Îro gelê me di bin dagirkeriyê û zilmê de ye. Hêviya me ji gelê me heye ku em bi hevre hilbijartineke serkeftî û demokratîk derbas bikin. Gumanên me tune ne em ê Şirnexê qezenc bikin. Ji ber ku Şirnexê gelek zilm û zordestî dît. Em bawer dikin ku em ê Şirnexê bi rehetî bistînin. Gelê me tu carî di sekna xwe de gav naavêje û serkeftin ya me ye.”     'XWEDÎ LI AXA XWE, BAJARÊ XWE DERBIKEVIN'   Mehmet Siddik Sumbul jî diyar kir ku hewceye her kes xwedî li vîna xwe derbikeve û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe sedemê azadî û serkeftina gelê kurd û Kurdistanê. Em ji xwe bi bawerin û em ê biserbikevin. Em ê van qeyûmên di Kurdistanê de şaredariyê me xespkirine em ê bişînin. Banga me ji gelê Şirnexê re ev e ku xwedî li axa xwe, bajarê xwe û taxa xwe derbikeve. Em ê bi hevre li Şirnexê xwedî derbikevin."    BI KINCÊN XWE YÊN HERÊMÎ TEV LI BÛ   Cemal Belge ê ku bi kincên xwe yên kurdî tev li pêşhilbijartinê bû jî anî ziman ku dem dema xwedîderketina li vîna xwe ye û wiha axivî: “Em ê bi hevre Şirnexê bistînin. Armanca me ew e ku îsal bikin sala serkeftinê. Divê ku em îradeya xwe xwedî derbikevin. Divê ku şirnexî li bajarê xwe xwedî derbikevin û Şirnexê radestî tu kesekî nekin. Em kurd in û divê ku em dengê xwe jî bidin kurdan. Şirnex ya me ye. Bila gel bi bawer be li tevî hemû listîkan jî em ê li Şirnexê biserbikevin. Tenê daxwaziya min ji wan heye ku xwe bêhêvî nekin û xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derbikevin.”    'ENCAM JI HIKÛMETÊ RE BERSIVA HERÎ MEZIN E'   Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Ahmet Îstek jî anî ziman ku encama pêşhilbijartinê di heman demê de dê encama hilbijartina 31'ê adarê jî diyar bike. Îstek, civînên piştî hilbijartinên giştî yên meha gulanê bi bîr xist û diyar kir ku partiya wan bi gel re bi hezaran civîn li dar xistiye. Îstek, wiha domand: “Di van civînan de derket holê ku gel wê namzetên xwe hilbijêre. Bi şîara em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin li gelek bajaran pêşhilbijartin hatin kirin. Tevî hemû şert û mercên nebaş ên hewayê jî bi beşdariya bi hezaran delegeyan deng hatin dayîn. Divê ev yek ji pêşbaziya hilbijartinê zêdetir wekî şahiya demokrasiyê bê dîtin. Li vir armanc ne derxistina namzetekî ye. Li vir tişta girîng, îradeya gel û rastiya xwerêveberiya gel e.”   ‘EM NE WEKÎ PÊŞBIRKÊ LÊ WEKE ŞAHIYA DEMOKRASIYÊ DIBÎNIN’   Bi domdarî Îstek destnîşan kir ku ew vê yekê ne wekî pêşbirkekê lê weke şahiya demokrasiyê dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev biryara xwerêvebirinê ye. Dirûşma ku em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin, bi beşdarbûna gel a pêşhilbijartinan bi awayekî herî zelal derdikeve holê. Ev biryara gel e. Dema hilbijartina seretayî bi dawî bû, em ê bi namzetên xwe re bi daketina qadan dest bi xebatên xwe bikin. Îradeya ku li vir derketiye holê di rastiyê de îfadeya diyarker a 31’ê Adarê ye. Gelê Botanê gelê ku bedelên mezin daye. Ji ber vê yekê banga me ji raya giştî re ev e, ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê divê em bi gelê xwe re bibin yek. Encama ku wê di 31'ê Adarê de derkeve holê wê ji hikûmetê re bibe bersiva herî mezin. Divê her kes li ser vî esasî nêzî hilbijartinê bibe û xwedî li vîna xwe û bajarê xwe derbikeve.”   MA / Zeynep Durgut