Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir 2024-01-14 11:55:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê kurd ê bi navê Îmam Hasan Wend di encama îşkenceya rejîma Îranê ya di 4 mehan de hate qetilkirin.    Ciwanê kurd ê bi navê Îmam Hasan Wend (30) ê ji Eyaleta Loristanê, piştî îşkenceya rejîma Îranê ya 4 mehan li girtîgehê lê kirî, jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeyên di medyaya rojhilatê Kurdistanê de; Wend 114 rojan li girtîgehê ji hêla rejîma Îranê ve hate îşkencekirin û qetil kirin. Hat zanîn ku rayedarên Tehranê têkildarî mirina Wend malbata wî agahdar kiriye û ji bo mirina wî bi medyayê re parve nekin jî gef lê xwarinê.    Wend, 114 roj berê di encama serdegirtina malê de bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin.  Di heman serdegirtinê de dema ciwanekî dixwest ji cihê serdegirtinê bireve, ji hêla hêzên rejîmê ve hatibû gulebarankirin û qetilkirin.    Tê payîn ku malbat îro cenazeyê kurê xwe bigire û defin bike.