Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand 2024-01-14 13:19:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Ahmet Turk ku ji bo namzetiya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kiribû, da zanîn ku ji ber ku di tura yekemîn de nehat hilbijartin bernamzetiya xwe paşve kişandiye û wiha got: “Ez ê têkoşîna gelê kurd li platformên cuda bidomînim.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li 10 bajar û navçeyên wan ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajar pêşhilbijartin li dar xist.    Siyasetmedar Ahmet Turk jî ji bo bernamzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kiribû. Turk, di daxuyaniyên xwe yên berê de diyar kiribû ku heke di tura ewil de neyê hilbijartin dê xwe ji hilbijartinê vekişîne.    Turk, duh di sindoqan de yekemîn derket lê nekarî rêjeya ji sedî 50+1’ê derbas bike.    Turk, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ragihand ku bernamzetiya xwe paşve kişandiye. Turk, wiha got: “Di demên berê de min gotibû ku heke ji sedî 50’ê derbas nekim dê bernamzetiya xwe paşve bikişînim. Ji ber xwedîderketina gel spas dikim. Ez xwe ji siyaseta çalak paşve dikişînim. Ez ê têkoşîna gelê kurd li platformên cuda bidomînim.”