Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê 2024-01-14 15:54:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza “Azadiya Abdullah Ocalan” hatine destpêkirin de çalakvanan bal kişandin ser girîngiya domandina têkoşînê.    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li gelek bajaran xizmên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî, îro jî berdewam kir.    EDENE    Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam dike. Dayikên Aştiyê pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes îro hatin serdana nobetê. Di tevahiya çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.    STENBOL   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin di roja 33’yan de domiya. Çalakî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Sancaktepeyê berdewma kir. Xizmên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Çekmekoyê û gelek kesên ji komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAY-DER) hatin serdana nobetê.    Endamê Lijneya Rêveber (MYK) a ANYAKAY-DER’ê Huseyîn Avras di çalakiyê de got ku bi sedan girtî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ketine greva birçîbînê. Avras, wiha domand: “Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li girtîgehan greva birçîbûnê hate destpêkirin. Guftûgoya bi birêz Ocalan re hatiye qutkirin. Em bi feraseteke ku di tu exlaqan de tune ye rû bi rû ne. Em naxwazin cenazeyên me ji girtîgehan derkevin. Heta ku daxwazên girtiyan tên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”