Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin 2024-01-14 22:30:55   AMED - Li navçeya Farqîn, Bismil û Peyasê yên Amedê pêşhilbijartin ji ber hin pirsgirêkên teknîkî hatibûn betalkirin. Li Farqîn û Peyasê dê delege sibê dîsa biçin ser sindoqan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya GElan (DEM Partî) li navçeyên Amedê ji bo diyarkirina hevşaredaran, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajêr pêşhilbijartin li dar xistin. Li sê navçeyan pêşhilbijartin hat betalkirin.   Li Peyas, Farqîn û Bismil ji ber hin pirsgirêkên teknîkî pêşhilbijartin hatin betalkirin. Li Peyasê delege dê sibê car din biçin ser sindoqan. Pêşhilbijartin dê li Hêwana Dawetê ya Ayaz Elegenceyê bê lidarxistin.   Li Farqînê jî pêşhilbijartin dê sibê car din bê lidarxistin. Pêşhilbijartin dê li Hêwana Dawetê ya Gold Parkê bê lidarxistin.    Li Bismilê jî dê komîsyona hilbijartinê sibê bicive û piştî civînê dîroka hilbijartinê ragihîne.