Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn 2024-01-15 08:37:00   WAN - Li Wanê namzetên di pêşhilbijartinan de ji bo hevşaredariya bajarê mezin a Wanê herî zêde deng wergirtin bûn Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan.    Di pêşhilbijartina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê lidarxistin de bernamzetên Hevşardariya Bajarê Mezin a Wanê ku herî zêde deng wergirtin diyar bûn.    Yek ji bernamzetên jin Neslîhan Şedal di tûra ewil de ji sedî 51 deng wergirtibû. Ji bernamzetan Abdûllah Zeydan di tûra duyemîn de 2 hezar û 358 û Mûstafa Avci jî 2 hezar û 287 deng wergirtin. Di hilbijartina hate kirin de namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûn Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan.