ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-15 09:00:16     * Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû ku nêzî 9 meh in girtî ye, dê di 18'ê Çileyê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Parêzerê wê Resûl Temûr, da zanîn ku di îdianameyê de xebatên rojnamegeriyê tên manîpulekirin û got: "Ya ku li vir tê darizandin xebatên rojnamegeriya qanûnî bi xwe ye."   * Delegeyên DEM Partiyê yên ji bo diyarkirina namzetan li Silopiyayê çûn ser sindoqan, diyar kirin ku dê ji bo şandina qeyûman di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan.    * DEM Partî dê li Amed û navçeyên girêdayî wê hilbijartinên tûra duyemîn li dar bixe. (09.00)   * Danişîna doza 3’yemîn a derbarê êrişkar Mehmet Bayezît ê êrişî avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê kir hatiye vekirin de dê li 12’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê bê lidarxistin. (09.50)    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin de dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)