Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin 2024-01-15 09:04:51   ŞIRNEX - Delegeyên DEM Partiyê yên ji bo diyarkirina namzetan li Silopiyayê çûn ser sindoqan, diyar kirin ku dê ji bo şandina qeyûman di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê, endamên meclîsa şaredariyan û endamên meclîsa giştî ya bajaran di navbera 13-14'ê Çileyê de li gelek navendan sindoqên dengdanê danîn. Nûnerên partiyan jî ji bo diyarkirina namzetên xwe çûn ser sindoqan û deng dan. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê gel ji bo diyarkirina namzetan serê sibê herikîn qada ku pêşhilbijartin lê hat lidarxistin. Delege tevî şert û mercên hewayê yên xerab jî çûn ser sindoqan û hejmartina dengan jî şopandin.   ‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN'   Ji delegeyên DEM Partiyê Naîf Çapan (56) jî diyar kir ku wan biryara diyarkirina namzetan a ji aliyê gel ve bi kêfxweşî pêşwaz kirine û got: “Gelê li vir pirsgirêkên gel baştir dizane. Bi vê re dê kes giliyan ji partiyê neke. Em ê qeyûman bişînin."   ‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'   Muhammed Zorlû (45) anî ziman ku ew ê li hemberî hemû zext û astengiyan vîna xwe biparêzin û got: “Rêveberiya herî baş ew e ku gel bi xwe hilbijêre. Divê raya giştî biryarê bide ka kî dikare bike yan j nikare bike. Di hilbijartinên herêmî de bi wergirtina ji sedî 80-90 dengan em ê jî bersiva qeyûman bidin. Çiqas qeyûm tên bila bên em ê wan bişînin."    ‘GELÊ KURD PAŞ D EGAV NAVÊJE'   Ji delegeyan Sadik Oge (57) jî diyar kir ku ew ê namzetê ku şaredariyê bi awayekî aş bi rê ve bibe hilbijêrin û wiha got: “Ji vir şûnde gel dê namzetên xwe hilbijêre. Em ê encaman bi hev re bibînin. Di hilbijartinên herêmî de em ê hemû qeyûman bişînin bajarên wan."   ‘HÊZA VÎNA GEL'   Serhat Şevîşoglu (48) bal kişand ser girîngiya biryara pêşhilbijartinê ya DEM Partiyê û got: “Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku tu îradeyek ji îradeya gelan bi hêztir nîn e. Gelê kurd jî vîna xwe eşkere dike û pêşniyazên xwe dike. Ji niha û pê ve dê îradeya xwe ya ji bi wergirtina mafên xwe yên desteserkirî bi awayekî hêrstir nîşan bide. Bi taybetî divê hin kes ji vê yekê ders bigirin. Gelê kurd tu carî ji vîna xwe paşde gav navêje. Ew ê di van hilbijartinan de jî bersiva herî tûj bide qeyûman."   Zerê Aytiş ku got "Biryar ya gelan e" bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em dixwazin ev dengê me bibe sedema azadiya Abdullah Ocalan. 25 sal in girtî ye. Êdî bes e."   ‘ÊDÎ BIRYAR YA GELAN E'   Huseyîn Yalvaç (52) diyar kir ku dê pêşeroja gel bı pöşhılbıjartınö diyar bibe û got: “Niha biryar a gelê me ye. Ji ber ku biryarek ji derve were girtin dê ne rast be. Gelê Silopiyayê xwe nas dike. Ew ji bo xwe biryara guncan dide."   Ji delegeyan Taybet Tatlî (51) jî wiha got: “Em dixwazin kesekî baş bê hilbijartin û bi pirsgirêkên gel re mijûl bibe. Em dixwazin gelê Silopiyayê xwe bi rêve bibe. Gelê kurd dê li her çar parçeyên Kurdistanê bigihêje serkeftinê.   MA / Omer Akin