Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin 2024-01-15 15:16:26   DÎLOK - Zaroka 3 salî Lîna Nazli Erbay hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 6 mehan di sarincê de hatibû veşartin. Di doza qetilkirina Lînayê de biryara domandina rewşa girtî ya bersûcan hate dayîn û doz hate taloqkirin.    Zaroka 3 salî Lîna Nazli Erbay li Dîlokê windas bûbû û piştre derketibû holê ku hatiye qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Erbay doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hate lidarxistin. Bersûcên girtî Mehmet Aksu û Muhabbet Toz bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Dayika zarokê Melîsa Îlhan û bavê wê Abdurrahman Erbay, parêzerên malbatê, Baroya Dîlokê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), komeleya Têkoşîna li Dijî Îstîsmarkirina Zarokan a Mamoste Saadet (UCÎM) û Navendên Piştevaniya bi Zarokan re (ÖODEM) jî di danişînê de amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzerê bersûc Mehmet Aksu îdia kir ku rewşeke ku miwekîlê wî delîlan tune bike nîne û xwest were berdan. Dozger jî mutalaaya xwe eşkere kir û xwest ku rewşa girtî ya bersûcan bidome û kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Piştî navberê, şandeya dadgehê biryara xwe da. Şandeyê xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, cuda cuda rewşa girtî ya bersûcan bidome û danişîna dozê taloqî 21’ê adara 2024’an kir.