Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan 2024-01-15 15:34:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Listikvanê Antalyasporê yê îsraîlî Shagiv Jehezkel (28) piştî gol avêtî Trabzonsparê, bal kişandibû ser şerê Îsraîl û Hamasê û li ser vê yekê hatibû binçavkirin. Jehezkel hate berdan û dê bi awayekî negirtî bê darizandin.   Lîstikvanê Antalyasporê Shagiv Jehezkel (28) ê îsraîlî di maça bi Trabzonsporê de golek avêt û ber bi kamerayan ve baz da û  nivîsa li ser milê xwe ya “100 roj 07.10” nîşan da. Piştî bertekan, Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi îdiaya “neyartî û kînê sor dike" derheqê Jeheskel de lêpirsîn da destpêkirin û hate binçavkirin. Jehezkel piştî îfadeyê hate berdan û dê bi awayekî negirtî bê darizandin.     Rêveberiya Antalyasporê ragihand ku wan Jehezkel ji kadroya xwe derxistiye û rêveberên TFF’ê jî bi daxuyaniya xwe vê biryara Antalyasporê di cih de dît.    GALLENT: DIRÛTÎ Û NANKORÎ   Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant li ser hesaba xwe ya dijîtal bertek nîşanî binçavkirina Shagiv Jehezkel da û wiha got: “Dema li Tirkiyeyê erdhej çêbûyî Îsraîl kete nava liv û tevgerê û jiyana gelek welatiyên tirk rizgar kir û alîkarî da wan. Binçavkirina listikvan Shagiv Jehezkel ya sosret durûtî û nankorî ye. Tirkiye bi kirinên xwe ve wekî baskê Hamasê yê îcrayê tevdigere."