Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin 2024-01-15 16:53:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanan di Nobeta Edaletê diyar kirin ku heke Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe ew jî dê azad bibin û ev peyam dan: “Heke Rêberê me di tecrîdê de be, em jî dê di tecrîdê de bin. Heke ew biaxive dê her tişt çareser bibe.”    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li gelek bajaran xizmên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî, îro jî berdewam kir.   AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Her wiha stran hatin gotin.    Aklîme Hanas di nobetê de axivî û got ku ev 42 roj in di çalakiyê de ne. Hanas, wiha domand: “Bila tecrîda li ser Rêbertiya me bê rakirin, Rêbertiya me azad bibe û tecrîda li ser girtîgehan rabe. Ji 7 salî heta 70 salî banga me li her kesî ew e ku bên û em bi hev re tecrîdê bişikînin. Em bi hev re rabin ser pêyan. Li dijî tecrîdê em bibin yek. Heke Rêbertiya me azad bibe em jî dê azad bibin. Heke tecrîdkirî be em jî dê di bin tecrîdê de bin. Azadiya Rêberê me azadiya me tevan e. Heke ew biaxive dê her tişt çareser bibe.”    HUNERMENDAN PIŞTGIRÎ DAN NOBETA EDALETÊ    Hunermendên kurd ên li Ewropayê dijîn jî bi dîmenên kişandin re piştgirî dan dan çalakiyê. Hunermendan dayik silav kirin û piştgiriya xwe ragihandin.    Hunermend Hasan Comerg çalakiya dayikan pîroz kir û wiha got: “Bila xebata we aştî û yekitiyê bîna Mezopotamyayê. Ez ji vir silavên xwe ji bo dayikan dişînim. Ked û xebata wan birêzdarî silav dikim.” Hunermend Kawa Urmiye jî dayik silav kir û ev tişt anî ziman: “Çalakiyeke pîroz e. Em jî dê bi hunera xwe heta dawiyê piştgiriyê bidin we. Heta serkeftinê, heta ku em mafên xwe yên rewa û hiqûqî bi dest dixin jî dê têkoşîna me bidome. Em kesên xwedî bawerî ne û di rêya heqîqetê de ne. Dê ev çalakiyên ji bo azadiyê tên kirin bigihin armanca xwe. Bijî Kurdi Kurdistan.”    ‘DAYIKÊN HÊJA Û PÎROZ’   Ji hunermendan Yilmaz Tekîn jî silavên xwe ji xizmên girtiyan re şand û ev tişt anî ziman: “Dayikên birûmet, kedkar û ji bo azadiya vî gelî pîroz di çalakiyê de ne. Hêvîdarim çalakiya wan bigihije armanca xwe.” Helbestvan Ferhat Merde jî bi ruhê azadî û berxwedanê silav şand û wiha got: “Ez dest û çavên we tevan maç dikim. Hûn dayikên binirx û pîroz in. Em bi we serbilind in.”    ‘KEDA WE KURDISTAN KIR YEK PARÇE’    Hunermend Cevad Merwanî jî ji ewil dayik silav kir û wiha got: “Ez çalakiya we pîroz dikim. Ji dil û can bo we serkeftinê dixwazim. Ji bo gelê kurd, girtiyan û gelên bindest serkeftinê dixwazim. Dayikên hêja, bi rastî jî yên xwedî li çand, ziman û vê xakê derdikevin hûn in. Ciwanên ku îro lehengiyê dikin, ciwanên ji bo gelê kurd û gelên bindest têdikoşin, ciwanên ku bêyî bendewariyeke wan hebe ji bo vî gelî canê xwe feda dikin... Yên ku ew anîn vê dinyayê û mezin kirin hûn dayikên binirxin. Bi rastî jî keda we her çar parçeyên Kurdistanê kiriye yek. Her tiştek we bi ser xist. Em bi saya têkoşîna we hatin van rojan. Hezar silav li ser we bin. Hûn dayikên binirxin, her tim taca serê me ne. Em qedir û qiymetê xwe li ser her tiştekî re digirin. Yên ku li dijî dijminê ku komkujiyan li gelê me dike û bi hezaran mirovên me avêtiye zindanan bedela herî giran dide hûn in. Hezar silav li we bin. Ez ji we re serkeftinê dixwazim.”    Hunermend Farqîn Azad jî wiha got: “Ez silav û hezkirinên xwe ji we dayikên hêja re dişînim ku we ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û girtîgehan dest bi çalakiyê kirine. Destê we maç dikim. Çalakiya we ji dil û can silav dikim. Em bi we re ne û silavên xwe yên germ ji we re dişînin. Ji we re serkeftinê dixwazim û têm destê we.”    EDENE   Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Seyhanê îro hatin serdana nobetê. Ji rêveberên DEM Partiyê ya Seyhanê Mehmet Can Aktaş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Aktaş, da zanîn ku azadî, aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.    Di tevahiya çalakiyê de beşdaran dirîşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.    MÊRDÎN    Bi heman daxwazan li Mêrdînê jî Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Ji xizmên girtiyan Mizgîn Denîz ji bo piştevaniyê hate serdana nobetê. Denîz, diyar kir ku divê her kes bibe dengê girtîgehan.    Denîz, da zanîn ku keça wê Elîf Denîz nexweşa dil, bêhnkurt û panîk atakê ye, 7 sal in girtî ye û li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Denîz, wiha domand: “Du hefte berê xistin hucreyê. Ji ber nexweşiyên xwe, keça min nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne. Ev yek ji bo wê xetere ye. Beriya girtina xwe krîza behnkurtkê derbas dikir. Me bi zorê ew dida sekinandin. Elîf nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bijî. Heke krîzê derbas bike dê çi bibe? Dixwazim ku Elîf ji hucreyê bê derxistin.”    WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Erdîşê, rêveberên DEBP’ê yên navçeyê, Navaenda Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê Erdîşê (ARSÎSA) û gelek kesên din hatin serdana nobetê.    'DEWLET JI DENGÊ AŞTIYÊ DITIRSE’   Berdevkê TUHAY-DER’ê yê Erdîşê Mehmet Nûrî Çîçek di serdanê de axivî û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan re silav şand. Çîçek, wiha domand: “Dayikên Aştiyê yên ku daxwaza edalet û aştiyê dikin, bi roja ye li vir çalakiyê li dar dixin. Li cihê edalet tune be, dewlet jî tune ye. Girtî yan jî hikûmxwar, mafê her kesî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re û yê axaftina li ser telefonê heye. Bi sala ye em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin. Li vî welatî aştî û edalet tune ye. Dewletek heye ku bi qanûnên xwe nake. Çawa ji mirovekî 34 mehan agahî nayên girtin? Ev dewlet ji edaletê ditirse. Ji dengê aştiyê ditirse. Banga me li hikûmetê ew e ku edaletê pêk bîne.”    Nobeta Edaletê didome û çalakvan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin.    MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de didome. Meclisa Dayikên Aştiyê û xelkê bajêr tev li nobetê bû. Namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûray Arslan û rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin serdana çalakvanan.    Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di nobetê de axaftineke kin kir û wiha got: “Divê em xwedî li qadên xwe yên berxwedanê derkevin. Berpirsyartiya dîrokî ya dikeve ser milê me ew e ku divê em qadên berxwedanê xurt bikin û tecrîda li ser Rêbertiya xwe têk bibin. Her wiha divê em dengê çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan bidin bihîstin û rastiya şer derxin holê.” Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Raziya Soner jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku tecrîda li ser Rêberê me û girtiyên di hefsan de bê rakirin. Heta Rêberê me azad dibe dê nobeta me jî bidome. Ez dixwazim ku tevahiya dayikan piştgiriyê bidin me.”