Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn 2024-01-16 08:19:55   MÊRSÎN - Li navçeya Aydincikê otobusa rêwiyan wergeriya û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.   Otobusa rêwiyan ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê û navê ajokarê wê nehate zanîn, di derketina Tunela Sariyar a Taxa Yenîkaş a li ser rêya bêjahiyê ya D-400’ê ya navçeya Aydincik a Mêrsînê saet di 01.15’an de li bariyeran ket û wergeriya. Di qezaya pêk hat de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.    Li ser agahdarkirinê tîmên Tenduristiyê yên 112’ê, cenderme, AFAD û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin.