ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-16 09:00:52   * Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”   * Omer Atalay ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin û di serê wî de parçeyê şarapnelê, di lingê wî yê çepê de berikê guleyê heye, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kete çalakiya greva birçîbûnê. Dayika wî Senîha Atalay, bal kişand ser daxwazên girtiyan û got: “Heta ku Serok azad nebe, em nikarin azad bibin.”   * Hempîşeyên rojnamevan Dîcle Muftuoglû ya li Amedê danişîna duyemîn a doza wê bê lidarxistin, bal kişandin ku Muftuoglû ji ber sedemên polîtîk girtî ye û banga “Em xwedî li rûmeta pîşeyê xwe derkevin” kirin.    * Nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên li Enqereyê destnîşan kirin ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan ê 34 meh in agahî jê nayê wergirtin divê “têkoşîna yekbûyî” bê meşandin.    * Danişîna Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dê berdewam bike. (10.00)    * Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de lig elek bajaran hate destpêkirin berdewam dike. (11.00-17.00)    * Li Amedê yek ji kedkarên Çapemeniya Azad Yilmaz Yakût, di salvegera yekemîn a mirina xwe de dê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê bê bibîranîn. (13.00)     * Danişîna doza derbarê Midurê Karên ji Karên Nivîsan Berspiryar ê Rojnameya Evrenselê Gorkem Kinaci û Xwediyê Îmtiyazê Kurşat Yilmaz de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)